HRRK piştgirî da HDP'ê
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li dijî hêzên tarî û hişmendiya tekpaêz, banga destekkirina HDP'ê kir.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li dijî hêzên tarî û hişmendiya tekpaêz, banga destekkirina HDP'ê kir.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo partiya HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de anî ziman. Di daxuyaniyê de bang li hemû kesên aştîxwaz û azadîxwazan hate kirin ku cihê xwe di nava projeya biratiya gelan û jiyana azad a bi rûmet de bigirin.
Her wiha ji bo ku dengê xwe li dijî hêzên tarî û hişmendiya tekparêz bilind bikin bang li her kesî hat ku piştgiriya biratiya gelan bikin û dengê xwe bidin HDP’ê.
Daxuyaniya HRRK-Bakur wiha ye:
"Tirkiye bi giştî û bakurê Kurdistanê bi taybetî jî di rojên dîrokî re derbas dibe. Gelên ku li vî welatî dijîn bi rêya dengdayîna di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de de biryardarî xwe amade dikin ji bo jiyana azad, wekhevî, xweser û bi rûmet ji bo li dijî zilm û zordariyê dengê xwe bilind bikin.
Ev hilbijartin wekî hilbijartinên herî dîrokî û herî girîng tên nirxandin ji ber pêvajoya nazik ku Tirkiye û bakurê Kurdistanê tê re derbas dibe. Bi taybetî jî pêvajoya aştiyê û hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li vî welatî.
Her wiha girîngiya wê ji ber vê yekê jî tê ku em di demekê de derbas dibin li hemû Rojhilata Navîn hêzên tarî yên di bin kirasê ola îslamê de karê çetetî û zordariyê dikin xwe li ser gelê herêmê ferz dikin û gefan li jiyana pirçandî û pirengiya gelê herêmê dike.
Hilbijartinên 7’ê Hezîranê wê bibe deriyekî nû ji bo xêzkirina asoyeke nû ji bo gelên herêmê bi hemû cudahî û rengîniya xwe ji bo jiyana wekhev û bi rûmet. An jî wê bibe şikandineke kûr û derî li ber êş û azarên nû û li ber pêvajoyeke tarî veke.
HDP bi pirengiya xwe ruhê nûjenî û dîroka hevbeş a gelên herêmê û pêşeroja wan a hevbeş temsîl dike.
Em wekî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê em piştgiriya partiya HDP’ê dikin û bang li hemû hêzên aştîxwaz dikin ku hişyar bin û haya wan ji komployên ku bi destê hin hêzên tarî tên hûnandin hebe.
Serketin wê para bijareka biratiya gelan û jiyana hevbeş be, serketin wê ya azadîxwaz û aştîxwazan be û ronahiya xwe bide hemû Rojhilata Navîn.
Her wiha em hêzên tarî yên ku dixwazin hemû herêmê vegerînin tarîtiya serdemên berê şermezar dikin û bi dil can piştgiriya xwe ji bo biratiya gelan, aştî û jiyaneke bi rûmet dikin."