PKK'ê 'Şehîdên Hezîranê' bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên Hezîranê' bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên Hezîranê' bibîr anî û li dijî hewldanên talankirina pêşeroja azad ji aliyê çîna bazirgan, talanker û mêtînger a hewl dide li Tirkiye û Kurdistanê desthilatdariya xwe misoger bike, bang li gel, şoreşger û hemû derdorên demokrat û hestyar kir ku li dora nirxên azadî, wekhevî û demokrasiyê xwe birêxistin bikin, têkoşînê xurt bikin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi rêya malpera xwe ya înternetê ya fermî daxuyaniyek da û cangoriyên di meha Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dema ji feraseta dîroka şehîdan li dîroka tevgera PKK'ê were temaşekirin, wê were dîtin ku li dijî sîstema bê mirov hiştin û bê jiyan hiştinê ya di ser welat û civakekê re tê meşandin, dîroka rastiyekê ye ku mirovê azad, jiyana azad û civaka azad bi berdêla dayîna jiyanê hatiye afirandin. Ev pêvajoya ku em dikarin weke hebûn û vejînê pênase bikin, bi temamî pêvajoya vejîna şehîdan a di jiyana têkoşîna partiya me de ye. Destana vejîn û hebûnê berhema şehîdên me yên bilind e. Her wiha cesaret, berxwedan, daxwaz û biryardariya li tevahiya welêt hatiye nîşandan, rêbaz û kevneşopiya ku şehîdên me yên rêzdar di nava têkoşîna me de afirandine. Di xeta Rêber Apo ya tevgera şoreşgerî ya li Kurdistanê derxistiye holê û îro vê tevgerê ber bi şoreşê ve dibe de, ev yek rastiya jiyana azad a bi şehadetan e. Jiyan di rêya şoreşê de bi qîmet e, nemir e; Her şehîd hêza esasî ye ku jiyanê di rêya şoreşê de radigire û jiyanê pîroz dike. Şehîd, redkirina jiyaneke nayê jiyîn û abîdeyên pejirandina jiyaneke nû ye. Lewma jiyana azad, temamiya şehadetên di felsefeya jiyana Apoyî ya azad de hatiye strandin, bicihanîn û nemir bûye. Bi saya ked û jiyana şehîdên me yên leheng e ku civakeke di gerîneka jiyana lanetkirî de bi têkoşîneke mezin re îro ji gelên herêmê û cîhanê re veguheriye manîfestoya jiyana komunal, demokratîk û azad.

'EM Ê MÎRATEYA HUSEYÎN CEVAHÎR BIGIHÎNIN ŞOREŞÊ'

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber de bal hat kişandin ser van xisûsan:

"Em şehîdên meha Hezîranê yên tevgera azadiyê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin, şehîdên Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an a ji aliyê leşkerî, siyasî û dîplomatîk ve tevgera me bi pêş ve biriye bi mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi ruhê vê pêngavê re têkoşîna xwe bi şoreşê re tacîdar bikin, sedema şehadeta wan bidin jiyîn. Her wiha em li pêşberî şehadeta yek ji lîderên şoreşa Tirkiyeyê hevrê Huseyîn Cevahîr bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û diyar dikin ku em ê mîrateya wî ji me re hiştiye, bigihînin şoreşê.

Ji şehîdên me yên dema partîbûyînê ku li hemberî êrîşên hêzên mêtînger û dagirker û hêzên şoven û neteweperestiya pavşerû yên xizmetê ji mêtîngeriyê re berxwedaneke mezin nîşan dan û bedena xwe kirin mertal, hevrê Koroglû Keser ê di Hezîrana 1978'an de li Îdirê şehîd ket, hevrê Şahîn Akadar ê ji Îdirê û di Hezîrana 1978'an de li Îdirê şehîd ket, hevrê Abdûllah Hazir ê ji Êlihê û di Hezîrana 1979'an de li Êlihê şehîd ket, hevrê Nezîr Abak ê ji Mêrdîn-Dêrikê yê di Hezîrana 1980'î de li Dêrikê şehîd ket, hevrê Zulfu Turk ê ji Mêrdîn-Dêrikê û di Hezîrana 1980'î de li Dêrikê şehîd ket, hevrê Yaşar Organ ê ji Dêrsim-Mazgîrtê û di Hezîrana 1983'an de li Dêrsimê şehîd ket bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku şehadeta wan meşaleya têkoşîna me ronî dike ye.

'EM ŞEHÎDÊN XWE BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN'

Hevrêyên me Hamît-Seyfettîn Ozen ê ji Mêrdîn-Mehsertê û Îsa-Ahmet Çalişkan ê ji Riha-Hewengê, di 8'ê Hezîrana 1985'an de li Şaxê şehîd ketin. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em ê bi têkoşîna wan re dilsoz bin.

Hevrê Kemal-Nevzat Ûlûç ê ji Êlih-Kercewsê û hevrêyên pê re di 1'ê Hezîrana 1992'an de li eyaleta Botanê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li bîranîna wan bi rêzdarî ditewînin.

Di kesayetiya hevrê Besê-Emîne Akkûzû de hemû hevrêyên xwe yên di 3'ê Hezîrana 1992'an de li navenda bajarê Elezîzê di şerê li dijî hêzên dagirker de şehîd ketin, bi rêzdarî bibîr tînin.

Hevrê Şervan-Fahrettîn Kiran ê ji Amed-Farqînê û hevrêyên pê re di 5'ê Hezîrana 1993'an de li Amedê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê şehadeta wan ji bîr nekin.

Di kesayetiya hevrê Vacîp-Fedakar Tûrhan ê ji Bedlîs-Tetwanê de hevrêyên xwe yên di êrîşa hêzên mêtînger a 4'ê Hezîrana 1993'an de li Xerzanê şehîd ketin bibîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Hevrê Reşo-Ahmet Şakir ê ji Rojava-Tirbespiyê û hevrêyên pê re yên di 6'ê Hezîrana 1993'an de li eyaleta Zagrosê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin.

Hevrê Hamît-Hamît Haci yê ji Mêrdîn-Dêrikê û hevrêyên pê re yên di 8'ê Hezîrana 1993'an de li Cizîrê ji bo dîl nekevin destê hêzên dagirker bi rêbaza fedaî gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin.

Di şexsê hevrê Şoreş-Mûstafa Baran ê ji Amed-Pasûrê de hemû hevrêyên di 10'ê Hezîrana 1993'an de li eyaleta Amedê şehîd ketin bibîr tînin û soza jîndarkirina bîranîna wan dubare dikin.

Hevrê Rustem-Diyadîn Aksoz ê ji Mêrdîn-Mîdyatê û hevrêyên pê re yên di 5'ê Hezîrana 1994'an de li herêma Zagrosê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bi şoreşê re tacîdar bikin.

Hevrê Mervan-Fûat Kizil ê ji Amed-Egîlê û hevrêyên pê re yên di 6'ê Hezîrana 1994'an de li herêma Dêrsimê şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin û soza jîndarkirina bîranîna wan dubare dikin.

Hevrê Bawer-Hekîm Elmas ê ji Colemêrgê û hemû hevrêyên pê re yên di 6'ê Hezîrana 1994'an de li herêma Zagrosê di şerê li dijî hêzên dagirker de gihîştin şehadetê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em ê bibin şopdarên jiyana wan.

Di şexsê hevrê Hêvî-Celîla Şakir Abdo ya ji Qamişlo û hevrê Rûken-Cîhan Demîr a ji Bedlîs-Tetwanê de hemû hevrêyên xwe yên di 3'ê Hezîrana 1995'an de li eyaleta Xerzanê bi lehengî li ber xwe dan û gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin.

Di şexê hevrê Hêvîdar-Nazim Beyazid ê ji Colemêrg-Geverê de hemû hevrêyên di 8'ê Hezîrana 1995'an de li Zagrosê şehîd ketin, bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em ê bi sedemên şehadeta wan re dilsoz bin.

EM SOZA JIYANDINA TÊKOŞÎNA WAN DIDIN

Em hevrêyên xwe yê ku di 1’ê Hezîrana 1996’an de li eyaleta Xerzanê di encama operasyonek mezin û taybet ya hêzên dagirker de jiyana xwe ji dest dane, di şexsê endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê ku xwedî seknên mînak bûn Kemal-Hasan Akbaş yê li Sîlopî-Şirnexê ji dayik bûye, Yasîn-Dogan Kiliçkaya yê ji Sêwas-Kangalê û Xelîl-Nehroz Îbrahîm ku ji Rojava-Dêrikê ye, bibîr tînin û soza jiyanadina têkoşîn wan didin.

Em li pêşberî şehadeta hevrê Mahîr-Ebubekîr Demîrtaş û hevrêyên li gel wî yên di 1’ê Hezîrana 1997’an de li eyaleta Serhedê şehîd ketine, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Em hevrê Hebûn-Ayşe Habbeş ya ji Efrînê û hevrêyên ligel wê yê di 4’ê Hezîrana 1997’an de li eyaleta Zagrosê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin.

Em hevrêyên xwe yên di 6’ê Hezîrana 1997’an de li eyaleta Botanê şehîd ketine, di şexsê Sefkan-Memîş Taşkiran yê ji Pazarçixa Mereşê ye, bibîr tînin û diyar dikin ku şehadeta wan li pêşberî me meşaleyeke.

Em hevrêyên xwe yên din 3’ê Hezîrana 1998’an de li eyaleta Botanê şehîd ketine, di şexsê hevrê Rêber- Muhammed SAîd adem Fermande, bi rêzdarî bibîr tînin.

Em hevrê Kendal-Abdulhekîm Erkol yê ji Şirnexê ye û hevrêyên ligel wî di 4’ê Hezîrana 1998’an de li herêma Behdîdnan şehîd ketine, bibîr tînin û li hember şehadeta wan serî ditewînin.

Em hevalê Kendal-Bayram Koç yê ji Kulu ya Konyayê ye û hevrêyên ligel wî di 4’ê Hezîrana 1998’an de li Botanê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin.

Em hevrê Dara-Ahmet Reşît Halîl yê ji Efrînê ye û hevrêyên bi wî re di 6’ê Hezîrana 1998’an de şehîd ketine bibîr tînin û li hemberî bîranîna wan rêzdarin.

Em dîsa hevrê Serhat-Mahmut Aksekî yê ji Berwariya Sêrtê û  û Sozdar-Fatma Kutlu ya ji Kerborana Mêrdînê ye û li Kela Memê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin.

Em hevrê Jînda-Şîlan Abdurahman Azîz  ya ji Hewlêrê ye û hevrêyên ligel wê di 10’ê Hezîrana 1998’an de şehîd ketine bibîr tînin.

Em di şexsê Jiyan-Zeynep Erdem ya li Erlenbac a Elmanyayê ji dayik bûye û Xemgîn-Ahmet Alîzade yê li Kotol a Rojhilat ji dayik bûye û hevrêyên di 6’ê Hezîrana 1999’an de li Botanê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin.

Em hevrê Xelîl Alxas-Munîr Tunç yê ji Elbîstan a Mereşê ye û hevalên ligel wî di 6’ê Hezîrana 1999’an de li eyaleta Dêrsîmê şehîd ketine bibîr tînin.

Em di şexsê Kawa- Selahattîn Kipçak yê li Wanê ji dayik bûye, hevrêyên di 7’ê Hezîrana 2001’ê de li çiyayê  Cîlo şehîd ketine bibîr tînin.

Em hevrê yê xwe endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Yusuf-Abdulkadîr Bekîroglu yê ji Kercews a Êlihê ye û di 7’ê Hezîrana 1991’ê de jiyana xwe ji dest daye bibîrtînin û hember bîranîna wî rêzdar in.

EM HEVAL GULAN BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN

Em şehadeta hevrê Gulan-Fîlîz Yerlîkaya ya li Edeneyê ji dayik bûye û di 7’ê Hezîrana 2002’an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest daye bibîr tînin û doza bilindkirina têkoşîna wê dubare dikin.

Em hevrê Felat-Abdulselm Agirman yê li Kerboranê  ji dayik bûye, dîsa di heman dîrokê de Selîm-Ahmet Hasan yê ji Efrînê ye  û li Elbak a Wanê şehîd ketiye, Botan-Kazim Kaya yê di 6’ê Hezîrana 2001’ê de li Dêrsîmê şehîd ketiye, Huseyîn-Bulent Dogan yê ji Elbîstana Mereşê ye û di 8’ê Hezîrana 2004’an de li Amanosan şehîd ketiye bibîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.

BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên Hezîranê' bibîr anî û li dijî hewldanên talankirina pêşeroja azad ji aliyê çîna bazirgan, talanker û mêtînger a hewl dide li Tirkiye û Kurdistanê desthilatdariya xwe misoger bike, bang li gel, şoreşger û hemû derdorên demokrat û hestyar kir ku li dora nirxên azadî, wekhevî û demokrasiyê xwe birêxistin bikin, têkoşînê xurt bikin.

...