Li Kantona Cizîrê 11 gund û 7 gundik hatin rizgarkirin

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ji bo paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê hat destpêkirin de, 11 gund û 7 gund hatin rizgarkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Pêngava rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê di roja 30. de bi awayekî serketî dewam dike û destnîşan kir ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngavê de operasyon li başûrrojavayê Serêkaniyê tên lidarxistin.

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê yên operasyonên xwe li rojavayê Mebrûka dewam dikin, operasyonên li quntarên bakurê çiyayê Kezwanê bi encam kirine.

Li gorî daxuyaniyê, di nava 24 saetên dawî de gundên Elegil, El Şemaş, El Katum, 2 gundên navê wan nehat zelalkirin, 7 gundik û girêkî stratejîk ên li rojavaye Mebrûka ji çeteyan hatine paqijkirin.

Navendê got, "Operasyonên hêzên me yên li qadên quntarên bakurê çiyayê Kezwan dimeşandin bi serketî encam bûye. Gundên El Girîn, Sfeyan, Ebû Fixêd, Hisên Ecêl, Elbo Hesen, Eleşan û rêya Ebû Xeşeb  bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin."