Tevgera leşkerî zêde dibe
2 roj beriya hilbijartinan, artêşa Tirk tevgera xwe ya leşkerî zêde kir.
2 roj beriya hilbijartinan, artêşa Tirk tevgera xwe ya leşkerî zêde kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê tevgera hewayî û bejahî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG'ê diyar kir ku tevgera leşkerî zêde bûye û ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Di 4'ê Hezîranê saet di navbera 07:00 - 12:00 de artêşa T.C a dagirker li ser qada Gostê ya Xakurkê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye; saet di navbera 19:00 - 23:00 de balafirên şer û pêgerên hewayî yên bê mirov tevgeriya ne. Ev tevgera hewayî li herêmên me yên gerîla bi zêdehî dewam kiriye. Li gorî vê yekê;
Di 4'ê Hezîranê saet ji 05:00 heta 5'ê Hezîranê saet 12:00, li herêma Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê, di 4'ê Hezîranê saet ji 19:00 heta 5'ê Hezîranê saet di navbera 02:00, 05:00 07:00 li herêma Avaşîn qada Şukê, heman rojê saet ji 06:30 heta roja din saet 01:30 li herêma Zapê artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kiriye.
Di 4'ê Hezîranê saet di navbera 20:00 - 22:30 de li herêma Avaşînê, di 4'ê Hezîranê saet di navbera 20:00 - 21:00 de û di 5'ê Hezîranê saet di navbera 00:00 - 01:00 de li herêma Metîna balafirên şer tevgeriyane.
Di 4'ê Hezîranê saet di 05:00 de di navbera navçeya Amed Farqînê û gundê Boşatê de artêşa T.C a dagirker kemîn daniye û derketiye operasyonê. Operasyon bi pêgerên hewayî yên bê mirov, helîkopterên bi tîpa Kobra û cerdevanan hatiye berfirehkirin. Operasyon heman rojê saet di 15:00 de bi awayekî bê encam bi dawî bûye.
Di 4'ê Hezîranê saet di navbera 07:00 - 12:00 û ji saet 19:00 heta 5'ê Hezîranê saet 03:00 li qada gundê Tatan a navçeya Mûş Gimgimê artêşa T.C a dagirker kemîn daniye.
Di 2'ê Hezîranê li gundê Heyran Golê ya navçeya Agirî Zêdkanê, ji bo pêgerên hewayî yên bê mirov stasyoneke nû hatiye çêkirin, ku ji aliyê tîmên taybet ên artêşa T.C a dagirker tê parastin."