Cenazeyê Şervanê YPG'ê Temel hate definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Temel (Sînan Qendîl) ê ku di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û li Rihayê jiyana xwe ji dest da li Pirsûsê ji aliyê deh hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Temel (Sînan eandîl) ê di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û li Rihayê jiyana xwe ji dest da li Pirsûsê ji aliyê deh hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Temel (Sînan Qendîl) ê di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de roja bihurî li Kobanê birîndar bû û ji bo tedawiyê anîbûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Temel duh êvarî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Temel bi girseyî ji nexweşxaneyê hate wergirtin û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPJ, YPG'ê û dirûşmên "Şehîd namirin" , "Bijî Serok Apo" , "Ey şehîd xwîna te li erdê namîn e" û "Bi can xwîn, em bi te re ne ey Serok" ber bi Taxa Elîgorê ya Pirsûsê ve bi meşê birin. Cenazeyê Temel li Elîgorê ji aliyê deh hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê Temel bi meşê anîn mizgeftê û li wir rêzgirtin pêk hat. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Temel li goristanê hat definkirin. Di merasîmê de Rêveberê MEYA-DER'ê Memê Erkan axivî û wiha got: "Şehîd Sînan ne şehîdê yekemîn e û ne jî wê bibe yê dawî. Şehîdên me her tim pêşeroja me ronî dikin. Şehîd Sînan ji bo rûmeta mirovahiyê tevlî berxwedana Kobanê bû. Serê me her tim bi cangoriyên me bilindin. Em ê her tim ala wan rakin û ti carî jî em ala wan danaynin." 

Hevserokê DBP'ê a Rihayê Îsmaîl Kaplan jî axivî û da zanîn ku piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kobanê banga seferberiyê kir Temel bi sê zarokên xwe re tevlî berxwedanê bû û ji bo hemû Kurdistanê şehîd ket.

Mehmet Temel ê bavê 5 zarokan li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi 3 zarokên xwe re tevlî YPG'ê bû û berê jî carekê birîndar bibû û piştî dermankirina li Rihayê careke din vegeriyabû Kobanê