Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku bi saya berxwedana fedayî ya şervanên Antî Teror Çekdar Serêkaniye û Gerîla Zerdeşt êrîşên çeteyan têk çûn. Fermdariya Giştî ya YPG’ê diyar kir çalakiya Fedayî ya her du şervanên Antî Teror biryardariya soza çalakiya wane.
Têkildarî çalakiya fedayî ya şervanên Antî Teror a li dijî hewldanan êrîşên çeteyan a bi qemyonên bombebarkirî Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye: "Çeteyên DAIŞ’ê piştî binketina giran a li Kantona Cizîrê, ji bo hêrsa xwe ya binketenê ji gelê me derînin, êrîşên nemerdî pêk tînin. Çeteyên ku nikarin li hember hêzên me xwe bigrin, bi êrîşên xwe ya li ser ewlekariya gelên me ya ku yekemîn xeta me ya sor e dixwazin tolê hilînin. Mînaka vê ya herî dawî erîşên teqemenî ya ku şeva 3’ê Hezîranê dixwastin pêk bînin, bû.
Lê van êrîşên çeteyan jî, bi saya hêzên me yên ku 24 seatan li ser erkên xwe ne hatiye astengkirin. Bi saya fedatiya Yekîneyên me ya Antî Teror ên xwedî ruhê fedayî û zanebûna erkê ne ev plana qirkirine vala hatiye derxistin. Sekna fedaîtî ya ku rêhevalên me Çekdar Serêkaniyê û Gerîla Zerdeşt nîşan da heman demê de sond û biryardariya hemû hêzên me ya YPG’ê ye.
Em bang hemû gelê xwe dikin da ku li van lehengên me yên fedakar xwedî derkevin û li ser bîranîna wan tekoşînê bilind bikin."