DBP: Em ê di rêya Abbasoglû de bimeşin serketinê

DBP: Hevrêyê me Mehmet Abbasoglû îro jiyana xwe ji dest daye. Em diyar dikin wê di rêya hevrêyê xwe ku bi tecrubeyên xwe rêya me ronî kir de, bimeşin serkeftinê.

DBP’ê ji ber wefata Mehmet Abbasoglû peyamek sersaxiyê weşand.

DBP’ê di peyama xwe de wiha got: “Serokê Giştî yê damezrandina DEHAP’ê û Hevrêyê me Mehmet Abbasoglû îro li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye. Abbasoglu di 1997’an de serokê giştî yê damezrandina Partiya Gel a

Demokratîk bû, bi salan di Têkoşîna Azadiya Kurd de di asta herî pêşeng de cih girtiye. Di 2009’an de di operasyonên KCK’ê de hatiye girtin û 5 salan di girtîgehÊ de maye û ji ber şertên girtîgehê binexweşiya kanserê ketiye. Piştî vê hatiye tahliyekirin û demekê di nexweşxaneyê de tedawiya kanserê dîtiye. Memet Abbasoglû ku rewşa wî giran bû îro jiyana xwe ji dest daye. Em hevalê xwe Abbasoglu re rehmetê dixwazin, xizmên wî û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em diyar dikin wê di rêya hevrêyê xwe ku bi tecrubeyên xwe rêya me ronî kir de, bimeşin serkeftinê.”

DBP’ê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku wê cenazeyê Abbasoglu sibê saet di 08.30’an de ji Malacemê ya Komeleya Pîr Sultan Abdal a Amedê bigirin û bibin Dêrsîmê.