Abbasoglû wê sibe li Dêrsimê bê veşartin
Ji bo Serokê Giştî yê DEHAP'ê Mehmet Abbasoglû yê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li Mala Cem a Pîr Sûltan a li Amedê merasîmek hat lidarxistin.
Ji bo Serokê Giştî yê DEHAP'ê Mehmet Abbasoglû yê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li Mala Cem a Pîr Sûltan a li Amedê merasîmek hat lidarxistin.
Ji bo Serokê Giştî yê DEHAP'ê Mehmet Abbasoglû yê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li Mala Cem a Pîr Sûltan a li Amedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de rêveberên DBP û HDP'ê, hevalên xebatê yên Abbasoglû û namzetên parlamenteriyê amade bûn. Cenazeyê Abbasoglû wê sibe li Dêrsimê were veşartin.
Abbaoglû yê ku bi malbatî ji Dêrsimê sirgûnî Amedê hat kirin, di sala 1955'an de li gundê Buyukkadi yê navenda Dêrsimê ji dayik bû. Demeke dirêj di nava TSK de wezîfeya Berbaziyê kir. Di sala 1994'an de teqawît bû û di nava tevgera Kurd de tevlî siyasetê bû.
Abbasoglû ku di 24'ê Cotmeha 1997'an de Sekreteriya Giştî ya Damezrîner a DEHAP'ê kir, piştî ku endametiya Serokê Giştî yê partiyê Veysî Aydin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin, wezîfeya Serokatiya Giştî ya DEHAP'ê hilgirt ser milê xwe. Di sala 1999'an de ji Mêrdînê bû namzetê parlamenteriyê. Tevî ku ji bo parlamenteriyê dengê pêwîst wergirt jî, ji ber DEHAP'ê bend derbas nekir, nehat hilbijartin.
Di 14'ê Nîsana 2009'an de di operasyonên bi navê 'KCK'ê yên li gelemperiya Tirkiyeyê hat meşandin de hat binçavkirin û piştî 5 salan li zîndanê hat ragirtin, di 13'ê Nîsana 2014'an de hat berdan.
Abbasoglû ku demeke dirêj tedawiya kanserê didît, îro li Nexweşxaneay Memorîal a Amedê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Abbasoglû îro li Mala Cem a Komeleya Pîr Sûltan merasîm hat lidarxistin.
Hevalên xebatê yên Abbasoglû yên beşdarî merasîmê bûn, kesayetiya wî ya têkoşer û cihê wî yê di nava Tevgera Kurd de vegotin.
LI GIRTÎGEHÊ BI NEXWEŞIYÊ KET
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel: Mehmet Abbasoglû hevalek, hevrêyekî me yê gelekî giranbuha bû. Hevalekî me yê kedkar bû ku bi salan di nava vê têkoşînê de cih girt, bi keda xwe di her qedemeya vê partiyê de cih girt, ji têkoşîna vê partiyê bawer kir û ji bo wê têkoşiya. Em bi hev re di rêveberiyên herêmî de xebitîn. Di sala 2009'an de di dema operasyonên KCK'ê de 5 salan li girtîgehê hat ragirtin. Li girtîgehê bi nexweşiyê ket û piştî ku ji girtîgehê derket heta nefesa xwe ya dawî li her qadê têkoşîna xwe dewam kir.
Ez duh jî pê re axivîm. Hînê ev pêvajo meraq dikir, ji bo serketinê têdikoşiya. Êşa me giran e. Serê hemû malbata wî, hevalên wî, serê tevahiya gelê Kurd sax be. Em ê bîranîna wî bidin jiyîn. Li pêşberî bîranîna wî em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soz didin ku em ê têkoşîna wî li cihê jê hiştiye dewam bikin. Ji ber ku wî ev ji dil û can dixwest.
Di axaftina herî dawî de ji me re gotibû, "Neyên provokasyonan. Em mecbûrin vê pêvajoyê bi ser bixînin. Em mecbûrin bendê derbas bikin."
HEVALEKÎ ME YÊ DURUST, PÊ EWLE Û SADE BÛ
Endamê Rêveberiyên Herêmî yê DBP'ê Huseyîn Yilmaz: Yek ji hevrêyên me yên giranbuha bû. Bi çend hevokan mirov nikare behsa Abbasoglû bikin. Hem Serokatiya Giştî hem jî Serokatiya Bajarê Bûrsayê kir. Zêdeyî 20 sal in wî nas dikim. Kesayetekî şoreşger bû ku jiyana xwe dabû têkoşînê. Ti carî ne dida dû cih, meqaman. Ji bilî têkoşîna gel ti fikra xwe nebû, bi temamî jiyana xwe diyarî vê têkoşînê kiribû. Hevalekî me bû ku di vê têkoşîna esîl de salên dûr û dirêj xebitî, ked da. Em bi hev re xebitîn, me bi hev re heman mal parve kirin. Em bi hev re bi salan li girtîgehê man. Her tiştê Abbasoglû ev têkoşîn bi xwe bû.
Di nava civaka me de gotineke giştî ya dibêje 'namûs ne di nav de, her tiştê xwe dikarim teslîm bikim'. Min berî bi salan ji Abbasoglû bi xwe gotibû; Hevalekî me yê ku em dikarin her tiştê xwe teslîmî wî bikin e. Hevalekî pê ewle, durust û sade bû. Ti carî neket nava hewldan û sekneke zerarê bide civakê. Timî ji bo gel xebitî. Koça wî ya dawî, ji bo me windahiyeke mezin e.
BAVÊ MIN MIROVEKÎ HER TIM LI YA BAŞ DIFIKIRÎ BÛ
Ozlem Başak Şahîn: Bavê min hînê gotina xwe ya dawî negot. Mirovekî her tim li ya baş difikirî bû. Min jê re got em ji nexweşxaneyê derkevin, wî got 'Na, ez ê bi peyatî ji vê nexweşxaneyê derkevim'. Bavê min, dema weke malbat em parçe bûn, hîn bêhtir li hev girt. Dema ket girtîgehê, xwedî ruhekî azadtir bû. Diya min wê sibe were, beşdarî merasîma cenaze bibe.
Cenazeyê Abbasoglû wê sibe saet di 08:30 de ji Amedê ber bi Dêrsimê ve were şandin. Piştî merasîma li Mala Cem û li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr wê cenaze bê veşartin.