Li Colemêrgê 6 kes hatin binçavkirin
Li Colemêrgê di serdagirtinan malan de tevî zarokan herî kêm 6 welatî hatin binçavkirin.
Li Colemêrgê di serdagirtinan malan de tevî zarokan herî kêm 6 welatî hatin binçavkirin.
Li hin taxên wek Bulak, Gazî, Yenîmahalle û Qetremasê yên Colemêrgê danê sibehê gelek polîs û tîmên taybet di ser malan de girtin û di nava wan de zarok jî hebûn gelek welatî binçav kirin.
Di serdagirtinên malan de welatiyên bi navê U.E., Vedat Durgun, Bedran Beyter, Edîp Kaya û welatiyekî ku navê wî nehat zanîn ji ber sedemên nediyar hatin binçavkirin.
Polîs û tîmên taybet di serdagirtinan de gelek mal tar û mar kirin û deriyên malan şikandin. Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê.
Hat zanîn ku leşkeran jî di ser gundê Zawîtê ya Çelê de girtine û welatiyê bi navê Vedat Atan ji ber sedema nehat zanîn binçav kirin. Nayê zanîn ku bê Atan birine ku derê.