Ji artêşa Îranê tevgera leşkerî
Artêşa Îranê li ser xeta sînor a Qendîlê, di nava tevgerê de ye.
Artêşa Îranê li ser xeta sînor a Qendîlê, di nava tevgerê de ye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê tevgera leşkerî ya artêşa Îranê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 3-4'ê Hezîranê de artêşa Îranê hejmareke zêde leşker veguhastiye qadên Casûsan, Şehîd Mordem û Qesra Spî yên Qendîlê. Li herêma Şehîd Mordem bi qasî 300 paskar û gelek cebilxane hatine veguhastin. Her wiha pastaran li qada Qesra Spî keşfeke berfireh kirine."