Siyasetmedarê Kurd Abbasoglû jiyana xwe ji dest da

Ji serokên damezrîner ên DEHAP'ê Mehmet Abbasoglû, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da

Ji serokên damezrîner ên DEHAP'ê Mehmet Abbasoglû, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da

Abbasoglû yê demeke dirêj di nava tevgera siyasî ya Kurd de cih digirt, di sala 1997'an de di nava xebatên damezrandina Partiya Gel a Demokratîk de cih girt û serokatiya damezrîneriyê kir.

WÊ SIBE LI NAVENDA DÊRSIMÊ BÊ VEŞARTIN

Di daxuyaniya malbata Abbasoglû de hat gotin, "Endamê Komîteya Rêveberiya Herêmî ya DBP’ê û serokê giştî yê berê yê DEHAP’ê Mehmet Abbasoglû li nexweşxaneya Memorîal a Amedê dihat dermankirin û îro saet di 11.15’an de çûye ser dilovaniya xwe. Cenazeyê wî wê di 6’ê Hezîranê de wê li Dêrsimê bi merasîmekê bên definkirin. Hemû hezkirî û dostên wî vexwendîne."