Ji KJA’yê peyama sersaxiyê

Kongreya Jinan a Azad (KJA) bi munasebeta wefata Serokê Giştî berê yê DEHAP’ê Mehmet Abbasoglu, peyamek sersaxiyê meşand.

Kongreya Jinan a Azad (KJA) bi munasebeta wefata Serokê Giştî berê yê DEHAP’ê Mehmet Abbasoglu, peyamek sersaxiyê meşand.

KJA’yê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Yek ji endamên damezrîner yê DEHAP’ê û endamê Komîteya Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê, hevalê me Mehmet Abbasoglu li Nexweşxaneya Memorîal a Amedê jiyana xwe ji dest daye.

Hevrêyê me Mehmet Abbasoglu di 1997’an de di xebatên damezrandina Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de cih girtiye û ji bo jiyaneke wekhev û civakeke azad xwe daye ser têkoşîna azadiyê. Abbasoglu  ku li nexweşxaneya ku tedawiya kanserê didît, wefat kiriye. Em ji ber wefata wî gelek xemgîn bûne.  Em hevalên wî yên têkoşînê, ji malbat, gelê xwe û hemû hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin. Em soza avakirina siberojên azad ya xeyal hevalê me Mehmet Abbasoglu bû, didin.”