Balûken: Jendermeyan çek sewqî wesayîta êrîşkar kirin!
Parlamenterê Çewlikê yê HDP’ê Balûken, têkildarî êrîşa li Kanîreşê agahiyên girîng da û got: "Şahidên bûyerê diyar dikin ku ji wesayîta zirxî çek sewqî wesayîta sîvîl hatiye kirin."
Parlamenterê Çewlikê yê HDP’ê Balûken, têkildarî êrîşa li Kanîreşê agahiyên girîng da û got: "Şahidên bûyerê diyar dikin ku ji wesayîta zirxî çek sewqî wesayîta sîvîl hatiye kirin."
Parlamenterê Çewlikê yê HDP’ê Balûken, têkildarî êrîşa li Kanîreşê agahiyên girîng da û got: "Şahidên bûyerê diyar dikin ku ji wesayîta zirxî çek sewqî wesayîta sîvîl hatiye kirin. Me plakaya hatiye tespîtkirin not kir û min bi qeymeqamtiyê re parve kir. Balûken anî ziman ku qeymeqam û walî dixwazin qetilkirinê wek, “bûyereke edlî” nîşan bidin û ev gumana zêde dike. Balûken got: “Em bi qetilkirineke ku failê wê wê diyar e rû bir û ne.” Balûken got, ji aliyê AKP’ê ve konsepteke êrîşê ya hem nîjadperest hem jî kontra ketiye dewrê û bang li gel kir ku 7’ê Hezîranê di sindoqan de bersivê bidin êrîşan.
Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê û endamê Aştî û Muzakereyê ya Heyeta Îmrali Îdrîs Balûken der barê qetilkirina ajokarê wesayîta hilbijartinê ya HDP’ê Hamdullah Oge de ji ANF’ê re axivî...
'ŞAHIDAN DIYAR KIRIN KU JENDERMEYAN ÇEK SEWQ KIRINE'
Balûken, ragihand ku têkildarî qetilkirinê şahidên bûyerê xwe gihandine wan û wiha axivî: "Şahidên ku dibêjin wesayîta di êrîşê de hatiye bikaranîn berê li navenda Kanîreşê dîtine hene. Dibêjin ku bi taybet bi roj saet di navbera 12.00-13.00’an de wesayîteke zirxî ya fermandariya jendermeyan a Kanîreşê nêzî wesayîtê bûye, li wir nîqaşeke zêde çêbûye, piştî nîqaşeke nîv saet, ji wesayîta zirxî çek kirine wesayîta sîvîl. Me plakaya hatiye tespîtkirin not kir û min bi qeymeqam re parve kir. Şahidên bûyerê diyar kirin ku model rengê wesayîta piştî êrîşê bilez dûr ket li gor wesayîta bala gelê Kanîreşê kişandibû."
'WALÎ Û QEYMEQAM GUMANAN ÇÊDIKE'
Balûken, diyar kir ku nêzîkatiyên qeymeqam û walî gumanan çêdikin û got: "Dema hê nû cenaze hat dîtin, rayedarên fermî negihiştibûn cihê bûyerê me bi qeymeqam û walî re hevdîtin pêk anî. Bi awayekî ecêb hewl dan bêjin ku bûyer edlî ye û ji ber dijmintiya feodal pêk hatiye. Ev tiştekî erjeng e. Beyî agahî û daneyeke têkildarî bûyerê hebe ragihandina agahiyeke wiha guman çêkiribûn.”
Balûken destnîşan kir ku bi êrîşa Kanîreşê re komkujiyeke mezin hedef dikirin û wiha axivî: Dibe ku hevalê me ne bi tena xwe bûya. Ji ber xebatên gundan piranî gelek hevalên partiyê di mînîbusê de ne. Tiştekî hê mezintir hatiye fikirîn. Lê tenê bi qetla hevalê me Hamdullah bi encam bû.”
'LI XETA GIMGIM-KANÎRE-AZARPÊTÊ ÇALAK IN'
Balûken got, "Amîrên îdarî û mulkî, berî bûyerê zelal bikin hewl dan bûyerê bi şêweyekî cuda nîşan bidin. Ji ber vê yekê em ketin nava fikara 'gelo hewl tê dayîn hin tişt werin veşartin'. Xala duyemîn; şêwe û dema cînayetê gelekî manîdar e. Dişibe kuştinên kiryar nediyar ên salên 90'î. Bi rêbaza kontrgerîla û hêzên paramîlîter ên sivîl hatiye kirin ku bi vê rêbazê beriya niha li Kurdistanê cînayetên bê merhamet hatin kirin. Nuqteya sêyemîn, em gumana gelê Kanîreşê ya ji hin tiştan gelekî girîng dibînin. Li herêma Çewlikê gumanên bi vî rengî yên cidî hene. Em dizanin ku kontrgerîla û endamên JÎTEM'ê bi taybetî li Çewlikê hatine wezîfedarkirin, li xeta Gimgim-Kanîreş-Azarpêtê gelekî çalak in, bi rêya gefxwarina li gundiyan, weke ku li ser navê PKK'ê tevdigerin -Lê bi temamî li dijî rêbaza PKK'ê ne- gel aciz dikin. Hin ji gundiyan dibêjin ew van kesan nas dikin û destnîşan dikin ku ev kesênhan kontra ne û berê jî li herêmê karê tetîkkêjiyê meşandine. Ji gerîlayên li herêmê jî dane piştrast kirine ku ev kesên mijara gotinê, ne ji wan e."
Balûken di dewama axaftina xwe de got, "Em ne li bendê bûn ku di rojeke Serokkomar mîtîng lê lidar xistiye û çend roj beriya hilbijartinê, ewqasî bê perwa û vekirî rû bide" û ev xal destnîşan kir: "Dema Serokkomar were Çewlikê, wê rojê tedbîrên welê tên girtin ku bêyî haya dewletê çûkek jî nikare li kolanê bifire. Li cihekî ewçend tedbîrên berfireh hatine girtin, êrîşkaran cînayet kirine, bi hêsanî tevgeriyane û ji herêmê çûne. Ev hemû gelekî manîdar in. Em bi cînayeteke kiryar diyar re rû bi rû ne."
'HIKÛMETÊ PEYAMEK NEDA ME'
Ji bo pirsa "Piştî êrîşê hikûmetê ti peyam ji we re şand?" Balûken ev bersiv da: "Ji hikûmetê ti peyam ji me re nehat. Duh li Çewlikê bi taybetî hevalên me yên çavdêr û wezîfedarên çalak hatin binçavkirin. Qaşo ji ber xebatên xwe yên dema Newrozê, sê roj beriya hilbijartinê hatin binçavkirin. Ev yek pêwendiya xwe bi êrîşê re heye."
Balûken da xuyakirin ku rewşa heyî ya li Çewlikê li AKP'ê nayê, li HDP'ê tê û got, "Hikûmet û dewlet dixwaze vê rewşê berevajî bike. Li gorî me, di nava du rojên dawî de wê provokasyonên cidî bikin. Di vî warî de me banga hestyarî û hişyariyê li gelê xwe kirin. Hêvîdarim di nava du rojên dawî de em ê li ti bûyera ewlekariya hilbijartinê bixe xeteriyê rast neyên."
Balûken bal kişand ser êrîşa li Erzîromê jî û got, "Em dibînin ku bi destê AKP'ê konsepteke êrîşê ya nîjadperest û kontra li ser kar e. Ferman û organîzekirina van êrîşan ji navendekê ye. Tetîkkêj cuda ne. Em bi biryareke stratejîk re rû bi rû ne ku derdorên kontra û komên nîjadperest wê piştî hilbijartinê jî li ser kar bin."
'GEL WÊ DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE PLANÊN AKP'Ê BETAL BIKE'
Balûken herî dawî ev bang li gel kir: "Gelê me dikare di 7'ê Hezîranê de van êrîşan, şer û biryarên stratejîk bisekinîne. Eger gelê me bersiva pêwîst bide van êrîşan, xwedî li sindoqan derkeve û di vî warî de derseke dîrokî bide AKP'ê, bawer bin wê Erdogan û AKP neçar bimînin hemû polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas bikin."