Ji Demîrtaş re Xelata Aştiyê ya Navneteweyî

Buroya Aştiyê ya Navneteweyî Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya 2015'an da Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş. Demîrtaş got, "Her dengê hûn biavêjin hundirê sindoqê wê bandorê li Tirkiyeya siberojê bike."

Buroya Aştiyê ya Navneteweyî Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya 2015'an da Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş. Demîrtaş di axaftina xwe ya li kombûnê de got, "Her dengê hûn biavêjin hundirê sindoqê wê bandorê li Tirkiyeya siberojê bike."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Otela Grenn Parkê ya Amedê bi nûnerê rêxistinên sivîl û karsazan re hat cem hev. Rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin, Namzetên HDP'ê yên Amedê, heyetên Goran û YNK'ê tevlî bernameyê bûn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ber bi dawîbûna xebatên hilbijartinê ve diçin. 

Demîrtaş jî diyar kir ku rojeva sereke ya Tirkiyeyê hilbijartina 7'ê Hezîranê ye û wiha got: "Her hilbijartin di civakê de hîsên nûbûnê çêdike lê ti hilbijartin bi qasî vê hilbijartinê di nava civakê de şikestin û nûbûnê pêk nayne. Hemû welatî dizanin ku her deng tenê bandorê li me nake. Her deng wê bandorê li Tirkiyeyê bike. Di vê hilbijartinê de hêviya me ew e ku em aştiyê bi ser bixin. Ev 120 sal in weke civak rûyê me nekeniya ye. Bê guman divê çeke bêdeng bibin lê li cihê birçîbûn û xizanî heye aştî çênabe. Eger hawirdora me bê qetilkirin û êrîş pêk bên aştî tine ye. Em dixwazin ji vê hilbijartinê aştiyekî rast derxin."

'EGER EM NEKEVIN MECLÎSÊ, PIRANIYA WELAT WÊ LI DERVEYÎ MECLÎSÊ BIMÎNE'

Demîrtaş anî ziman ku weke HDP bi hemû derdorên Tirkiyeyê re hatin cem hev û dixwazin nûnertiyekî wekhev di parlementê de pêk bînin û got, "Eger em nekevin parlementê wê piraniya welat li derveyî meclîsê bimîne." Demîrtaş da zanîn ku gotinên AKP'ê yên têkildarî benda hilbijartinê ber bi faşîzmê ve diçin. Demîrtaş gotinên Serokomar û Serokwezîr ên "Çima weke partî nakevin hilbijartinê?" bibîr xist û got: "Heta me biryara em bi partiyê bikevin hilbijartinê girt wisa digotin. Ez bawer dikim dema me biryara em bi partiyê bikevin hilbijartinê girt ê li qesrê niha gotiye 'bedewam 40 wekîl tên' Digotin em gelek bi aqil in û kurd ewqas bi aqil nabin. Difikirîn ku xwedê tenê aqil daye wan. Weke ku ji bilî wan ti kes nikare siyasetê bike. Lê dema bilindbûna me dîtin tirsiyan û dest bi êrîşan kirin."

Demîrtaş bilêv kir ku eger li vî welatî hemû kes weke wan aqilê xwe windakiriba wê Tirkiye weke Sûriyeyê lêhatiba û wiha pê de çû: "Eger îro li Tirkiyeyê şereke navxweyî tineye ev bi saya HDP'ê pêk tê. Gelên Sûriyeyê bi hezaran salan bi hev re jiyan lê niha li heman taxê najiyîn. Niha tenê li Rojava gel bi hev re dijîn." Demîrtaş destnîşan kir ku pêşeroja welat bi nîjadperestiyê nayên înşakirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Yan wê weke Sûriyeyê li me bê yan jî wê weke HDP'ê li me bê. Tirkiyeya AKP'ê Sûriye ye. Ji ber ku her tiştî li ser tekbûnê dikin. Em li vî welatî dixwazin hemû kes azad bin. Kurd weke Kurd bijîn, yê dixwazin biçin dêrê bê tirs biçin, ti kes gotinan ji cemxaneyan re nebêje dixwazin."

'LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BALDARÎ'

Demîrtaş nerazîbûn nîşanî êrîşên di demên dawî de li hemberî HDP'ê zêdebûn da û wiha got: "Em li Tirkiyeyê gelek caran rastî êrîşan hatin. Xwestin hevalên me bi zindî bişewitînin û qetil kirin. Li hemberî van hemû êrîşan divê em baldar bin. Em dixwazin di 7'ê Hezîranê de baldarî û aştî qezenc bike. "

Demîrtaş anî ziman ku Serokomar Erdogan destûra bingehîn binpê dike û dixwaze partiya wan di bin bendê de bihêle.

JI DEMÎRTAŞ RE XELATA AŞTIYÊ YA NAVNETEWEYÎ

Piştre Nûnera Buroya Aştiya Navneteweyî ya Îtalyayê Fulgîda Barattonî diyar kir ku wan ji Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya 2015'an re Demîrtaş layîq dîtin. Barattonî piştre xetal da Demîrtaş.

Demîrtaş jî got, "Ez vê xelatê li ser navê kesên li kolanan me windakirin û hemû dayikên dilşewat werdigirim."

...