Li Wanê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Wanê polîsan bi ser malan de girtin û bi dehan kes binçavkirin.
Li Wanê polîsan bi ser malan de girtin û bi dehan kes binçavkirin.
Li Wanê di saetên dereng ên şevê de polîsan bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.
Polîs li Taxa Şabaniye û Suphan bi gotina ‘em li dizan digerin’ bi ser malan de girtin.
Polîsan deriyên malan şikandin û bi dehan kes binçavkirin.
Di operasyonan de Muaz Babat, Mazlum Harmanci û kesekî ku navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.