3 kes li Qoserê hatin binçavkirin
Beriya hilbijartinan, operasyonên binçavkirinê zêded ibin. Di serdegirtinên malan ên li Qoserê de 3 kes hatin binçavkirin.
Beriya hilbijartinan, operasyonên binçavkirinê zêded ibin. Di serdegirtinên malan ên li Qoserê de 3 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Mêrdîn Qoserê, polîsan danê sibehê bi hemwextî avêtin ser hin navnîşanan. Di serdegirtinên li taxa Mezopotamya de welatiyên bi navê Ridvan Kino, Selahattîn Aksoy û Celîle Kiliç hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Hat ragihandin ku polîsan binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Qoserê.
Fikar hene ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.