Li Kurdistanê tevgera kontra zêde bû

Li aliyekî ku operasyon, keşf, tevgera balafirên şer, kemîn û kontrola rêyan a artêşa Tirk didome, tevgera yekîneyên kontra zêde bûne.

Li aliyekî ku operasyon, keşf, tevgera balafirên şer, kemîn û kontrola rêyan a artêşa Tirk didome, tevgera yekîneyên kontra zêde bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG, ev agahî dan:

“27’ê Gulanê li herêma di navbera Bilindbasan û Avyan ên girêdayî Bajêrgeh a Geverê artêşa T.C a dagirker operasyonek daye destpêkirin. Operasyon 2’yê Hezîranê saet 17.00’an bê encam vekişiyaye.

2’yê Hezîranê saet di navbera 15:00 - 16:00’an de li herêma Metîna û Avaşîn ên girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medya heman rojê saet di navbera 11.30-15:30’î de li herêma Zapê, saet di navbera 20:00 - 21:00’an de li herêma Garê tevgereke zêde ya balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker pêk hat. Her wiha 2’yê Hezîranê saet di navbera 22:00 - 24:00’an de li ser herêma Avaşîn pêgerên hewayî yên bê mirov bi armanca keşfê geriyane.

1’ê Hezîranê saet 20:00 - 22:00’an di navbera gundên Kêlik û Seyfî yên li qada Mawa ya girêdayî herêma Botanê artêşa T.C a dagirker bi gelek wesayîtên zirxî kemîn danîne. Dîsa li heman qadê komeke xebatên kontra dike li qadê kemînan datîne.

Dîsa ji 1’ê Hezîranê ve di navbera gundên Reşîne û Serxetê yên girêdayî qada Çirav a Botanê artêşa Tirk kemînan datîne.

Di navbera 2’ê Hezîranê saet 20:00 û 3’yê Hezîranê (îro) saet 05:00’an de leşkerên girêdayî qereqola Heptarîk a girêdayî navçeya Xolxol a Çewlikê li herêma gundê Zeynel kemîn danîne.

2’yê Hezîranê saet di navbera 08:00 - 16:00’an de li herêma gundê Tatan a girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê artêşa T.C a dagirker ku li aliyekî kemînan datîne, li ser rê nuqteyên kontrolê danîne û nasname kontrol kirine.

4-5 rojên dawî ne li gundên girêdayî navçeya Kopê ya Mûşê yekîneyeke kontra ya ji 4 kesan; cilên hêzên me yên gerîla li xwe dikin û zextan li gel dikin.

Dîsa komeke ku xebatên kontra bi rê ve dibe, li gundên girêdayî navçeya Qereçoban a Erziromê kincên hêzên gerîlayên me li xwe dike, gel tehdît dike û zextan dike.

Li hember tevgera yekîneyên kontra yên li vê herêmê pêwîst e gelê herêmê hestyar û baldar be.”