Koma Londonê Nobeda ji Ocalan re Azadî dimeşîne

Nobeda ji Ocalan re Azadî, ku di hefteya 154. de ye, ji aliyê komeke nû ya ji 4 kesan a ji paytexta Îngilîstan Londonê ve tê meşandin.

Nobeda ji Ocalan re Azadî, ku di hefteya 154. de ye, ji aliyê komeke nû ya ji 4 kesan a ji paytexta Îngilîstan Londonê ve tê meşandin. Endamên komê, tevî têkoşîna ji bo azadiya Ocalan her wiha ji bo hilbijartinên roja Yekşemê banga seferberiyê ji bo HDP'ê kirin.

Çalakiya Nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê hat destpêkirin, di roja 1074'an de ye. Çalakgerên ku her roj saet di navbera 07:30 - 17:00 de nobedê digirin, der barê têkoşîna Ocalan û Kurdan de agahiyan didin mirovên li derdorê.

Ji roja Yekşemê û vir ve hunermend Sezgîn Coşkûn, Dogan Aslan, Alî Dogan û Alîşan Bûlût ên ji paytexta Îngilîstan Londonê hatiye ve, tê meşandin.

Li ser navê komê Sezgîn Coşkûn agahî da û got, "Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Londonê ji roja Yekşemê û vir ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan em nobedê digirin û çalakiya me gelekî bi moral derbas dibe. Li vê derê, em ji bo azadiya Serokê xwe belav û broşuran belav dikin. Di heman demê de bi mirovan re diyalogê dikin. Mirov dixwazin Rêberê me û Kurdan nas bikin. Her wiha li ser berxwedana Kobanê gelek pirs li me tên kirin."

Berdevkê komê bal kişand ser girîngiya Ocalan hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gelên din ên li Rojhilata Navîn û got, "Ji bo azadiya gelan divê beriya her tiştî Rêber Apo azad bibe."

'TEVÎ DÎLGIRTINA 16 SALAN JÎ JI YÊN LI DERVE BAŞTIR TESPÎTAN DIKE'

Dogan Aslan jî bal kişand ser rola Ocalan a ji bo azadiya gelê Kurd, ku tevî mercên ragirtina 16 salan vê rola xwe bi serketî dilîze û got, "Tevî vê rewşê jî, Rêberê me ji gelek kesên li derve baştir tespîtan dike, rê nîşanî gel dide. Em jî serbilind in ku ji bo Rêberekî bi vî rengî çalakiyê lidar dixin. Em hêvîdar in ku keda hatiye dayîn wê di demeke kurt de bersiva xwe bibîne û Rêberê me wê azad bibe."

'DEWLETÊN DI DÎLGIRTINA RÊBERÊ ME DE ROL LÎSTIN, DIVÊ ŞAŞITIYA XWE SERERAST BIKIN'

Alî Dogan ê ku cara duyemîn e beşdarî Nobeda Azadiyê bû, bal kişand ser hêzên emperyalîst ên di dîlgirtina Ocalan de rol lîstine û got, "Pêwîste ev hêz şaşitiyên xwe sererast bikin û ji bo azadbûna Serokê me qanûnên xwe bikar bînin. Divê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxînin û dest ji helwesta xwe ya nedîtina pirsgirêka Kurd berdin."

Dogan destnîşan kir ku bi têkoşîna gel û gerîlayên Kurd re wê hemû gel bi ser bikevin û got, "Gelê me yê li Ewropayê jî divê bi xebateke baştir a dîplomasiyê re pirsgirêkê hîn bêhtir di rojevê de bihêlin. Hêviya me ew e ku Rêberê me di dema herî kurt de azad bibe."

'BI QASÎ KU AZADIYA XWE FEDAYÎ AZADIYA WÎ BIKIN EM DILSOZÊ WÎ NE'

Çalakger Alîşan Bûlût jî destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew dikarin azadiya xwe feda bikin û got, "Gelê Kurd bi qasî ku di vê oxirê de azadiya xwe feda bike, dilsoz e."

Bûlût ragihand ku heta Ocalan azad nebe, ew bi ti awayî azad nabin û got, "Gelê Kurd êdî civakek berê xwe daye siberojê ye. Ji 7 heta 70 salî em dilsozê Rêberê xwe ne û heta ev dîlgirtin biqede Kurd wê her tiştî bike."

Endamên koma ji Londonê ji bo hilbijartinên giştî yên roja Yekşemê jî bang li gelê Kurdistanê kir û ji bo derbasbûna HDP'ê ji bendê xwest, her kes dengê xwe bikar bîne. Endamên komê ev bang kir: "Em bang li tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî jî gelên Dêrsim, Amed, Koçgirî û Çewlikê dikin ku bi dengê xwe re benda AKP'ê hilweşînin û HDP'ê bişînin Meclîsê."

Nobeda ji Ocalan re Azadî, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber avahiya Konseya Ewroapyê bê navber dewam dike. Heta roja îro bi qasî 800 kes ji welatên cuda yên Ewropayê beşdarî çalakiyê bûne.

...