Cenazeyê Şervanê YPG'ê Gokhan Ozkur (Gurgîn Gimgim) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi giranî birîndar bibû û ji ber demeke dirêj li Deriyê Sînor ê Murşitpinarê hat rawestandin û piştre anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê û ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da anîn Amedê û şandin Gimgimê.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Gokhan Ozkur (Gurgîn Gimgim) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi giranî birîndar bibû û ji ber demeke dirêj li Deriyê Sînor ê Murşitpinarê hat rawestandin û piştre anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê û ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Piştî karên otopsiyê cenaze ji aliyê malbat û rêveberên MEYADER'ê hat wergirtin û ber bi Amedê ve derxistin rê. Cenazeyê Ozkur li ber Awa Petrolê ji aliyê Rexistinên HDP/DBP'ê, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, MEYA-DER, Endamên Dayikên Aştiyê, hevşaredarên navçeyan û gelek kesan hat peşwazîkirin. Piştî peşwazîkirinê cenazeyê Şervanê YPG'ê Ozkur bi konvoya girseyî heya gundê Til Elo yê navçeya Sûrê ya Amedê birin û ber bi navçeya Gimgimê ya Mûşê ve hate oxirkirin.