Parêzerên gel wê êdî di KHM’ê de xebatan bidomînin

Şaxa KHM a Wanê hat vekirin. Hevserokê KHM’ê Umît Dede got li hemberî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û bi taybet li herêmê wek hiqûqnasên KHM’ê wê ji bêhiqûqî û bêedaletiyê re bêjin bes e.

Şaxa KHM a Wanê hat vekirin. Hevserokê KHM’ê Umît Dede got li hemberî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û bi taybet li herêmê wek hiqûqnasên KHM’ê wê ji bêhiqûqî û bêedaletiyê re bêjin bes e.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê ya navenda wê li Amedê ye, li Wanê jî Şaxa xwe vekir. Di vekirinê de namzeta HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer, endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Çîmen Alturk, Hevserokên Rêxistina DBP û HDP’ê yên Bajêr, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarên Îpekyolu Aygul Bîdav û Veysel Keser, nûnerên rêxistina civaka sîvîl û bi dehan parêzer amade bûn.

Di merasîma vekirinê de ku tevlîbûn zêde bû, Hevserokê Şaxa Wanê ya KHM’ê Umît Dede, got li hemberî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û bi taybet li herêmê wek hiqûqnasên KHM’ê wê ji bêhiqûqî û bêedaletiyê re bêjin bes e.

Hevseroka KHM’ê Parêzer Behiye Şedal jî diyar kir wek hiqûqnasên KHM’ê bi hêza ji hiqûqê digirin wê timî li hember neheqiyan têbikoşin. Piştî axaftina hevserokan namzeta HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer jî got, damezrandina KHM’ê ji bo têkoşîna mafê mirovan û hiqûqa gerdûnî firsendeke mezin e. 

...