600 Kurdên Girê Spî di herêma sînor de asê mane

Forma Civaka Sivîl a Girê Spî diyar kir ku 600 welatiyên Kurd ên ji gundên rojavayê Girê Spî ji ber kiryarên çeteyên DIAŞ’ê reviyane sînor. Li ser sînor leşkerên Tirk bombeyên gazê bi ser welatiyan de barandin û rê nedan derbasî Bakur bibin.


Forma Civaka Sivîl a Girê Spî diyar kir ku 600 welatiyên Kurd ên ji gundên rojavayê Girê Spî ji ber kiryarên çeteyên DIAŞ’ê reviyane sînor. Li ser sînor leşkerên Tirk bombeyên gazê bi ser welatiyan de barandin û rê nedan derbasî Bakur bibin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, Forma Civaka Sivîl a Girê Spî têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser kiryarên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî welatiyan kurd ên sivîl, her wiha nîzîkatiya leşkerên Tirk a beranberî welatiyên sivîl ku di herêma sînor de asê mane şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî e hate kirin ku di zûtirîn dem de mudaxele bike da ku korîdorek bi ewle ji welatiyên asê re veke.

Daxuyaniya Forma Civak Sivîl a Girê Spî (Til Ebyed) wiha ye:

"Çeteyên DAIŞ’ê ji welatiyên kurd ên hin gundên rojavayê Girê Spî ku di bin dagirkeriya wan de ye xwest ku gundên xwe vala bikin û ji bo vê yekê muhlet dan welatiyan. Di 1’ê Hezîranê de bi sedan welatiyên wan gundan ku piraniya wan jin, zarok û kalemêrin gundên xwe vala kirin û berê xwe dan herêma sînor a rastî gundê Til Findir ya dikeve 5 kîlometreyan rojavayê Girkê Spî. Dema welatî ber bi sînor ve bi rê ketin çeteyên DIAŞ’ê gule li ser welatiyan direşandin. Ji ber vê yekê tirs û xofeke mezin ket dilê welatiyên ku hejmara wan ji 600 kesî zêdetir bû.

Dema welatî gihiştin herêma sînor û bi taybet herêma di navbera şiba trenê û têlên rêsayî leşkerên Tirk bombeyên gaza çavan dişewitîne li ser welatiyan barandin. Ji ber vê yekê welatî neçar man hinekî paş ve vegerin. Di vê navberê de çeteyên DAIŞ’ê gule li ser welatiyan reşandin û li ber çavên leşkeran welatî ditirsandin.

Hemû cîhan dizane ku Tirkiyê rewşa sînor baş dizane û baş dizanin ku welatiyên ser sînor kom bûne welatiyên Kurd in û ji ber çetyên DAIŞ’ê reviyane. Ji ber vê yekê em wekî Forma Civaka Sivîl a Girê Spî nêzîkatiyên leşkerên Tirk bi tundî şermezar dikin, her wiha em ji civaka navneteweyî, hikûmet û rêxistin daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de mudaxele bikin da ku Tirkiye korîdoreke mirovî ji welatiyên li ser sînor asê mane re veke."