Bayik: AKP dixwaze her tiştî bike qurbana desthilatdariya xwe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik, diyar kir AKP hestên civakê bikar tîne û got: “Têgihiştineke mîna wê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane çareser bikin afirandin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik, diyar kir AKP hestên civakê bikar tîne û got: “Têgihiştineke mîna wê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane çareser bikin afirandin.” Bayik anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de jî AKP’ê serî li provokasyonan daye û armanc kiriye mirin zêde bibin. Bayik wiha dewam kir: "Helbet em ê nekevin van kemînan.” Bayik diyar kir ku pêwîst mutleq HDP bi ser bikeve û bikeve Meclîsê.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, pirsên Celal Başlangiç ê di sîteya T24 de bersivand.

'CIVAK XAPANDIN Û BER BI OTORÎTERBÛNÊ VE GAV AVÊTIN'

Bayik, 'têkildarî pêvajoya çareseriyê wiha axivî:  

"(...) Hê zêdetir AKP û û medyaya alîgirê Erdogan ev bikar anîn… Xwe wer dan xuyakirin ku Têgihiştineke mîna wê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane çareser bikin afirandin. Ji bo vê ji lîberalan heta hin nivîskaran piştgiriya gelek beşan wergirtin û desthilatdariya xwe saxlem kirin. Paşê ber bi otorîterbûnê hê zêdetir gav avêtin.”

'ÊDÎ HER KES RÛYÊ RAST Ê ERDOGAN NAS DIKE'

Bayik got Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û PKK ji bo rûyê rast ê Erdogan derxe holê û rastiya nîşanî civakê bike di nav hewldaneke zêde de ye û wiha dewam kir: "Pir bi sebr nêz bû. Ji ber diviyabû xapandin derkeve holê. Berxwedana li Şengal û paşê ya li Kobanê rastiya AKP’ê û Erdogan hinekî derxist. Rêber Apo paşê bi pêngava siyasî ya pêş xist ev danî holê. Ji ber Rêber Apo vdixwest pêşveçûnan bîne maseya muzakereyê. Muzakere ferz kir. Êdî ya muzakere pêwîst bû yan jî dijberiya muzakereyê. Rêyeke din a navber nema. Dema li Dolmabahçeyê heyeta HDP’ê û hikûmeta Tirk daxuyaniyeke hevpar kirin û li ser 10 xalan mutabeqat çêbû, ji aliyê hikûmetê ve hat qebûlkirin ku wê heyeta şopandinê biçe cem Rêber Apo, got: “Êdî mase nîne.”Êdî tiştekî bi diyalogê hatiba çaresrkirin nîn bû. Li vir yan wê AKP hatiba muzakereyê yan wê rûyê wê yê rast derketiba holê, jixwe nehat muzakereyê. Ji ber di armanca wê de çareserkirina pirsgirêka Kurd, demokratîkkirina Tirkiyeyê tine bû. Xapandin bû. Rûyê wê yê rast derket holê. Li Tirkiyeyê êdî her kes rûyê rast ê Erdogan nas dike. Lewma Erdogan û AKP paşve dikevin. Eger ev rastî derneketiba holê wê hê jî civak xapandibana.”

Bayik bi vî rengî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê û provokasyonên AKP serî lê dide:

'JI BO SERKETINA HILBIJARTINÊ, DIVÊ NEKEVIN XEFIKA AKP'Ê'

"Em pêvajoyeke bi pevçûn a hilbijartinê dijîn. Li gorî min ev jî normal e. Ji ber ku li Tirkiyeyê sîstem xetimî. Dema AKP'ê dibihure. Ev yek hem di siyasetê de rê valatiye nû diafirîne, hem jî pêwîstiya dagirtina vê valahiyê bi xwe re tîne. Lê belê divê ji aliyê hêzên demokrasiyê ve were dagirtin. Eger hêzên demokrasiyê vê carê jî danegirin, wê encameke baş ji bo wan dernekeve holê. Şert û mercên derve û hundir ferz dikin ku divê hêzên demokrasiyê vê valahiyê dagirin. Ji van şert û mercan çêtir ne bawerim derfet bi dest bikevin. Pêwîste îdîayên xwe xurt bikin û bi teqezî cihê xwe di parlamentê de bigirin. Ev hilbijartin naşibe hilbijartineke ji rêzê. Hilbijartin li ser rejîmê tê kirin. Ji vî alî ve jî hilbijartin di navbera HDP û AKP'ê de derbas dibe. Nakokiya di navbera her du partiyan de gelekî zêde ye. AKP bi esasî HDP'ê hedef digire. Hewl dide pêşî li HDP'ê bigire, li binê bendê bihêle. Bala xwe bidinê; di hilbijartinên beriya niha de AKP'ê dixwest rewş û atmosfer aloz nebe. Ew atmosfer bi kêrî AKP'ê dihat, lê belê baş fêm kir ku di vê hilbijartinê de atmosfereke bi vî rengî xizmetê jê re nake. Lewma siyaseteke aloz û rê li ber pevçûnan vedike, dişopîne. Li hin cihan şîdet, pevçûn û mirin jî xwest. Di ser mirinan re xwest şovenîzmê bi qasî jê tê xurt bike, bi vî rengî pêşî li hêzên demokrasiyê bigire û hilbijartinan qezenç bike. Ji ber vê yekê di her firsendê de serî li provokasyonan dide, alozî û pevçûnan derdixîne. Lê belê hêzên demokrasiyê nakevin nava vê xefikê. Ji bo serketina hilbijartinan, girîng e hêzên demokrasiyê nekevin nava vê xefika AKP'ê. Li gorî min rêbaza ku heta niha bikar anîne, serketî ye."

Bayik got, "Çend meh berê me bihîst, agahî ji me re hat ku AKP wê polîtîkaya rageşiyê bimeşîne, şîdeteke bi kontrol pêk bîne û li hin cihan serî li bûyerên kuştin û bombekirinê bide" û axaftina xwe wiha dewam kir:

'BI AWAYEKÎ VEKIRÎ GEFÊ LI GEL DIXWIN'

"Me ev yek bi awayekî sergirtî ji çapemeniyê re ragihandin. Me gotin ku divê haya her kesî ji vê hebe û li gorî vê yekê tevbigere. Hin agahî gihaştin ber destê me ku hin sûîqest dikarin bên kirin. Ji xwe bûyerên qewimîn nîşan dan ku ev agahî rast in. AKP bi rastî jî dixwaze her tiştî ji desthilatdariya xwe re bike qurban. Ne tenê bombekirin, li gelek deveran komên berê yên JÎTEM'ê, komên kontrgerîla digerin. Li hin cihan efser, qeymeqam, walî civînan lidar dixin. Bi awayekî vekirî gefê li gel dixwin. Dibêjin, 'Eger hûn dengê xwe bidin HDP'ê em ê nehêlin hûn li vir bijîn'. Zexteke giran dikin û hewl didin gel çavtirsandî bikin. Her wiha li herêman derdikevin operasyonan. Mînak; helîkopter guleyan direşînin. Bi top, tankan bombebaranê dikin, Balafirên şer û keşfê her digerin. Heta ji wan tê hewl didin tehrîk bikin. Bi vê yekê re dixwazin hem me hem jî hêzên demokrasiyê bikişînin cihê ew dixwazin. Ew bixwe rewşê provoke dikin û hewl didin vê bixin stuyê me û hêzên demokrasiyê. Bi vî rengî dixwazin careke din xwe weke mexdûr nîşan bidin û niyetên xwe yên rast veşêrin. Bê guman em ê nekevin nava van xefikan."