Şervanê HAY’ê Mahîr Arpaçay jiyana xwe ji dest da
Şervanê Hêzên Azadiya Yekbûyî (HAY) Mahîr Arpçay, li nêzî gundê Nustel ê di navbera Girê Spî û Mebrûkan a rojavayê Kantona Cizîrê, di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da.

HAY li ser hesabê fermî yê Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Duh saet li dora 12.00’an de li gundê Nustel di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê re şervanê HAY Mahîr Arpaçay jiyana xwe ji dest daye.”
HAY da xuyakirin ku di operasyona azadkirina gundê Nustel de, çeteyên faşîzan ên DAIŞ’ê li mala ku diman gule barandine û di vê navberê de Arpaçay jiyana xwe ji dest daye.
WÊ KONÊ SERSAXIYÊ BÊ VEDAN
Li Stenbol û Enqereyê ji bo Arpaçay wê konê sersaxiyê bê vedan.
Partiya Sosyalîst Demokrasiyê û Rastiya Tirkiyeyê diyar kirin ku wê li Stenbolê li ser Cadeya Halîtaga li ber avahiya HDP’a Kadikoyê û li Enqereyê jî li Cadeya Yuksel wê konê sersaxiyê bê vedan.