Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya di roja 27. de bi awayekî serketî dewam dike û di çarçoveya mehaleya duyemîn a pêngavê de li başûrrojavayê Serêkaniyê operasyon tên meşandin.
LI BAŞÛRROJAVAYÊ SERÊKANIYÊ 9 GUND Û 5 GUNDIK HATIN AZADKIRIN
Navendê diyar kir ku duh bi şev û îro ber destê sibehê hêzên YPG/YPJ'ê li herêmê derbên giran li çeteyan xistin û destnîşan kir ku di nava 24 saetên dawî de li vê herêmê gundên Xiwêlan, Xwêra ya biçûk û mezin, Resim Enwe, Nestel, Tibe, Hewasî, Hacir, Girê Hacir û 5 gundik ji çeteyan hatine paqijkirin.
LI ROJHILATÊ KOBANÊ 5 GUND HATIN AZADKIRIN: 35 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana Kobanê ya di roja 260. de ye û hat ragihandin ku operasyona Şehîd Şoreş Amed a li rojhilatê Kobanê hatiye destpêkirin, di roja sêyemîn de ye.
Navenda Çapemeniyê da zanîn ku di çarçoveya vê operasyonê de ji bilî 11 gundên di rojên bihurî de hatibûn azadkirin, duh jî 5 gund ji çeteyan hatin paqijkirin.
Li gorî daxuyaniyê navê gundên ku ji çeteyan hatiye rizgarkirin wiha ye; Ixdê, Meraser, Kepinrepênê mezin û biçuk û Mizxane ya biçuk.
Hat ragihandin ku di vê operasyonê de herî kêm 35 çete hatin kuştin û hat gotin, "Hêzên me li van qadan tevî 17 termên çeteyan dest danîn li ser 13 kleş, 4.000 fîşekên kleşê û 62 şerjorên kleşê, 2 BKC û 3.000 fîşekên BKC, 3 roketavêja B7 û 6 guleyên wê, 3 çifte, 17 bombeyên destan, 6 roketên hawana 60 mm, 1 dûrbîn, 1 dûrbîna şevê û hejmarek zêde amûrên leşkerî yên çeteyan.
Rêhevalekî me ku di serketina operasyonê de rolek girîng dilîst, bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê."