Nasnameya gerîlayekî li Şengalê jiyana xwe ji dest da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di berxwedana Şengalê de roja 1'ê Hezîranê gerîlayê HPG'ê yê bi navê Demhat Şax jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di berxwedana Şengalê de roja 1'ê Hezîranê gerîlayê HPG'ê yê bi navê Demhat Şax jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku tevî çalakiyên bi bandor ên hêzên berxwedanê yên li Şengalê, êrîşên çeteyan jî dewam dikin.

Navendê diyar kir ku di 1'ê Hezîranê saet di 22:00 de, li derdora Kizilkentê di navbera yekîneyeke gerîla û çeteyan de şer derket û got, "Di vî şerî de hevalê me Demhat Şax derbên giran li dijmin xist û gihîşt şehadetê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku gerîlayê HPG'ê Emrah Eraslan bi nasnav Demhat Şax ê ji Wanê, di 1'ê Hezîrana 2015'an de li Şengalê jiyana xwe ji dest daye û ev daxuyanî da:

"Hevalê me Demhat Şax ê li çiyê kesayetiya milîtaniyeke biryardar di şexsê xwe de afirand, bi tecrûbe û hunera xwe ya gerîlatiyê û bi taybetmendiyên xwe yên kedkar re, xwe gihand asta fermandariyeke xurt. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkariyê re bû milîtanekî biryardar ku li ku deverê dibe bila bibe, bêyî dudiliyê ew ê xwedî li gelê Kurdistanê derkeve. Ji bo li dijî komkujiya li Şengalê li hemberî civata me yê Êzidî hat kirin bisekine, li refên herî pêş cihê xwe girt û li dijî vê faşîzmê, hêrsa xwe veguherand têkoşîn û berxwedaneke mezin. Weke şervan û fermandarekÎ serketî yê Şengal a Azad, di şerê li dijî çeteyan de bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê şehîdan bû."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku ji sibeha 2'ê Hezîranê û pê ve, çeteyên DAIŞ'ê ji derdora taxên Sîttî Zeynep û Sûka Jêr hawan avêtine quntara Çiyayê Şengalê.

...