Li Kurdistanê tevgera leşkerî dewam dike

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li Kurdistanê bê navber dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike.

Di daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:

"Di 1'ê Hezîranê saet di navbera 16:30 - 17:00 de li ser herêma Avaşînê balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker tevgeriyan.

Di 1'ê Hezîranê saet di 15:00 de Qereqola Serbesta ya li navçeya Şirnex Qilabanê ya artêşa T.C a dagirker, bi çekên giran gule li derdorê reşandiye.

Di 1'ê Hezîranê saet di navbera 21:00 - 22:00 de li qada Lameç a navçeya Dêrsim Pilemûrê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker keşif kirine.

Di 1'ê Hezîranê saet di navbera 13:00 - 16:30 de, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker li herêmên Kirê Kor û navenda Îdirê keşif kirine.

Di 1'ê Hezîranê saet di 08:30 de ber bi navçeya Amed Hênê û ji Agirî ber bi qereqola Koçê ya navçeya Erzîrom Qereyaziyê veguhastina leşkerî hat kirin."

BALAFIRÊN ÎRANÊ LI SER QENDÎLÊ KEŞFÊ DIKIN

HPG'ê ragihand ku di 1'ê Hezîranê saet di navbera 16:00 - 18:00 û 20:00 - 21:00 de artêşa Îranê li herêm Qendîlê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.