Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê anîn Amedê

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên li Kobanê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Pirsûsê.

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên li Kobanê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Pirsûsê.

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên li Kobanê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, di Deriyê Sînor ê Kobanê Serxet (Murşîtpinar) re anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Fatîh Tanriverdî (Şoreş Andok) ê li Amedê ji dayik bûye û 30’ê Gulana 2015’an di şer de jiyana xwe ji dest da, Diyar Bakir (Kurdo Amed) û Fevzî Çakar (Rizgar Çakar) ên ji Amedê û 20’ê Îlona 2014’an di heman şerî de jiyana xwe ji dest dan ji bo otopsiyê wê sewqî Saziya Tiba Edlî ya Riha bên kirin.

Piştî otopsiya li wir wê cenazeyê Fatîh Tanriverdî bişînin Edeneyê, cenazeyên Fevzî Çakar û Diyar Bakir jî wê bişînin Amedê û li wir bispêrin axê.