Ji bo Kartay ê berî niha 21 salan hat windakirin kolana gorê
Li qada ku tê texmînkirin gora Îbrahîm Kartay ê sala 1994’an ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û heta îro ti agahî jê nehatin wergirtin lê ye, bi biryara dozgeriyê wê kolandin pêk bê.

Li qada ku tê texmînkirin gora Îbrahîm Kartay ê sala 1994’an li gundê Gomeç ê Hênê ya Amadê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û heta îro ti agahî jê nehatin wergirtin lê ye, bi biryara dozgeriyê wê kolandin pêk bê. Hevsera Kartay Salîme Çakir a ji roja destpêkê ve li hevserê xwe digere li ser axaftina şahhidekî bûyerê bi daxwaza alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Amedê ya ÎHD’ê da.
Parêzerên Şaxa Amedê ya ÎHD’ê li ser serlêdana Çakir bi daxwaza gor bê vekirin serî li Dozgeriya Komarê ya Hênê dan. Dozgerê îfadeya şahidê bûyerê û Çakir wergirt biryara vekirina gorê da.
Li qada li rex trafoya elektrîkê ya li nêzî goristanê ya li Hênê ku tê gotin cenazeyê Îbrahîm Kartay lê ye sibe saet 09.30’î wê kolandin destpê bike.