YPG'ê bîlançoya şerê meha Gulanê aşkera kir

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şer û pevçûnên meha Gulanê de 1005 çete hatine kuştin û cenazeyê 353 ji wan tevî hejmareke zêde ya çek û cebilxaneyan ketine destê hêzên YPG/YPJ'ê.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şer û pevçûnên meha Gulanê de 1005 çete hatine kuştin û cenazeyê 353 ji wan tevî hejmareke zêde ya çek û cebilxaneyan ketine destê hêzên YPG/YPJ'ê. Di nava mehê de 86 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyê bîlançoya şerê meha Gulanê yê li Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyan hat meşandin aşkera kir. Di daxuyaniya navendê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:

"-Çalakî û operasyon: 73
-Pevçûn: 29
-Çalakî, êrîş, operasyon û pevçûnên encam nediyar: 31
-Êrîşên intîxarî yên bi wesaîtên bombebarkirî yên dijmin: 24
-Hejmara kuştiyên dijmin: 1005
-Hejmara termên dijmin ên hatine destxistin: 353
-Hejmara dîlgirtiyên dijmin: 2

-Amûr û çekên dijmin yên ku hatine rûxandin: 59 maşînên leşkerî, 11 maşînên doçka li ser, 21 maşînên teqemenî barkirî, 3 tank, 2 panzer, 1 TIR, 1 qemyon, 1 treks

ÇEK Û AMÛRÊN HATIN BIDESTXISTIN

-Amûr û çekên dijmin ên hatin bi destxistin: 347 kleş, 62 BKC, 61 roketavêja B7, 10 G3, 25 Bruno, 2 M16, 1 çeka sekvanî ya Karnas, 2 dîktîryof, 1 mitfê reşaş, 5 doçkayê 23 mm, 5 doçkayê 12,5 mm, 5 doçkayên 14,5 mm, 14 çîfte, 7 debence, 1 hewana 160 mm, 2 hewanên 130 mm ên bi dest hatine çekirin, 1 hewana 120 mm, 1 hewana 82mm, 1 hewana 60mm, 2 çekên fûze ya konkors û 3 fûzeyên vê çekê.

51.700 fîşekên kleş, 44.950 fîşekên BKC, 229 guleyên roketavêja B7, 300 fîşekên M16, 500 fîşekên G3, 34 qutî fîşekên doçka 14,5 mm, 18 qutî fîşekên doçka 12,5 mm, 28 guleyên mitfê reşaş,

201 guleyên hewana 100 mm, 150 guleyên hewana 60 mm, 102 guleyên hewana 120 mm, 84 guleyên hewana 82 mm, 47 guleyên tank, 6 guleyên katuşa,

85 bombeya desta, 12 mayinê dij tangan, 77 mayinê dij şexsan, 238 mayinê bi dest hatiye çekirin, 12 rexta intîxarî, 2 lûleya BKC, 770 şerjorên kleş, 60 şerjora G3, 5 lingên doçka, 45 bêtel, 26 dûrbîna roj, 14 dûrbîna termal, 1 dûrbîna tang, 5 dûrbîna şevê, 1 dûrbîna hewan, 162 raxt, 72 zînciren BKC,

1 tang, 4 panzer, 16 maşîneyên leşkerî, 2 maşîneyên bi teqemenî barkirî, 1 maşîneya doçkabarkirî, 4 qemyon, 7 treks, 1 dozer, 1 loder, 4 motorsîklet, 1 maşîneya biçûk, 1 ambûlans, 1 otobus û hejmarek zêde belgeyên rêxistinî.ˮ

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di meha Gulanê de 86 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dane.