Gula berberoj a beton diqelişîne

Li bexçeyên malên li Şengalê yên ku çeteyên DAIŞ'ê ew kirine xirbe, giha ji nû ve şîn dibe. Bexçeyên malên ji aliyê HPG'ê ve hatine rizgarkirin, li gorî berxwedana li xwezayê, xwe li jiyanê digirin.

Ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ya li Şengalê, bi hezaran mirov neçar man cih û warên xw biterikînin. Piştî ku gerîlayên HPG/YJA Starê hatin herêmê, gelek ji Êzidiyên koç kirin, li xaka xwe vegeriyan. Yekîneyên xwe parastinê YBŞ ava kirin û bi HPG/YJA Starê re li ber xwe dan. Xwezaya Şengalê jî tevlî vê berxwedanê bû.

Li bexçeyên malên li Şengalê yên ku çeteyên DAIŞ'ê ew kirine xirbe, giha ji nû ve şîn dibe. Bexçeyên malên ji aliyê HPG'ê ve hatine rizgarkirin, li gorî berxwedana li xwezayê, xwe li jiyanê digirin.

Nebatek heye ku bi qasî wan ji rojê hez dike; ew jî gula berberoj e ku li gelek mabedên Êzidiyan bûye sembol û li ser tirbeyan bi hesin hatiye neqişandin. 

Gula berberoj a ku tevî hemû zor û zehmetiyan beton qelişandiye û şîn bûye, peyama 'dawiya berxwedana gelê Şengalê azadî ye' dide.

...