Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo ku bişînin bajarên wan birin sînorê Bakurê Kurdistanê, lê rayedarên Tirkiyeyê, nehiştin derbasî aliyê Bakur bêne kirin.
Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê cenazeyên şervanên YPG’ê Fatih Sait Tanriverdî (Şoreş Andok), Fevzî Çakir (Rizgar Amed) û Diyar Bakir (Kurdo Amed) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, îro birin Deriyê Sînor ê Kobanê da ku derbasî Bakur bikin. Lê rayedarên Tirkiyê bêyî hincet nehiştin ku cenaze bêne derbaskirin.
Li ser vê yekê cenazeyên her sê şervanan vegerandin Saziya Malbatên Şehîdan.
Nasnameya şervanên dewleta Tirk destûr neda cenazeyên wan derbasî Bakurê Kurdistanê bên kirin wiha ye:
Fatîh Sitki Tanriverdî sala 1995’an li Amedê ji dayik bûye, li Kobanê 30’ê Gulana 2015’an li gundê Cîtonîke jiyana xwe ji dest da.
Fevzî Çakir ê bi nasnav Rizgar Amed, li Şemrex a Mêrdînê sala 1989’an ji dayik bûye, 3’yê Adara 2015’an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Diyar Bakir ê bi nasnav Kurdo Amed sala 1993’yan li Amedê ji dayik bûye, sala 2011’an tevlî bûye, 29’ê Tebaxa 2014’an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.