Ji bo Tûtûman ê YPG'yî li Dêrsimê bîranîn
Ji bo şervanê YPG’ê Tûtûman ê dema li hember DAIŞ’a dijminê mirovatiyê şer dikir jiyana xwe ji dest da, li mala cem bîranîn hat lidarxistin.
Ji bo şervanê YPG’ê Tûtûman ê dema li hember DAIŞ’a dijminê mirovatiyê şer dikir jiyana xwe ji dest da, li mala cem bîranîn hat lidarxistin.
Ji bo şervanê YPG’ê Huseyîn Tûtûman (Gabar Dêrsim) ê dema li hember DAIŞ’a dijminê mirovatiyê şer dikir li gundê Til Talaa yê Til Temir jiyana xwe ji dest da, di pêşengiya MEYA-DER û DBP-HDP’ê de li mala cem bîranîn hat lidarxistin.
Di bîranînê de Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, hevserokên bajêr û navçeyan ên HDP û DBP’ê, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl, birayê Sakîne Cansiz û gel amade bûn.
Piştî merasîma li Mala Cem gora Gabar Dêrsim hat ziyaretkirin.