Bêyî îradeya siyasî û muxetab çareserî nabe - Cemîl Bayik

"Em hikûmeta AKP’ê careke din hişyar dikin; bi her cure rêbazên kirêt ên derveyî hiqûqê hewldana di bin bendê de hiştina HDP’ê û bi hîleyên hilbijartinê hiştina HDP’ê ya di bin bendê de, tê weteya îlankirina şer li dij gelê Kurd û hêzên demokrasiyê."

AKP’iyan dema dîtin ku HDP bendê derbas dike, di serî de Kurdên ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe bixapînin dest bi gotinên mîna; “HDP nebe jî wê pêvajoya çareseriyê bidome, her wiha wê pêvajoya hilbijartinê baştir bimeşe” kirin. Dixwazin hinceta di bin bendê hiştina HDP’ê bi vê yekê rewa bikin. Ev gotin helwesta wan a yên ji bo minareyê bidize qewlikê wê hazir dike nîşan dide. 

HDP tê wateya îfadeya îradeya siyasî û civaka demokratîk a hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û têkoşîna azadiya Kurd ve hatiye afirandin. Eger ev her du têkoşînên mezin ên hev temam dikin tine bûna, li Tirkiyeyê û Kurdistanê civaka xwedî hişmendiya demokratîk û dikare li mafên xwe xwedî derdekeve jî pêk ne dihat. Eger demokrasî pêş bikeve û pirsgirêka Kurd çareser bibe, ev yek wê bi ferzkirina gavavêtinê ya civaka demokratîk û îradeya siyasî ya hatiye afirandin, pêk were. Gotinên mîna eger ev tine be jî wê demokrasî were, pirsgirêka Kurd çareser bibe, ji dereweke mezin a civakê dixapînê, pê de ne tiştekî din e. 

Li cîhanê cihê ku hêzên demokrasiyê lewaz in û îradeya siyasî ya gelan derneketiye holê ne ti demokrasî pêk hatiye ne jî pirsgirêkên gelan çereser bûne. Eger li dij hêzên demokrasiyê û îradeya siyasî ya gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin, têkoşîneke kirêt tê meşandin, her wiha tê xwestin ku ev beşên civakî û îradeya wan a siyasî were têkbirin û tesfiyekirin, li wî cihî ne qala demokratîkbûnê ne jî qala çareseriya pirsgirêkên gelan dikare were kirin. 

Partiya yekemîn a siyaseta demokratîk a Kurdan HEP,  mîna partiya legal a têkoşîna serhildanê ya gelê Kurd bi pêşxist û civak birêxistinkirî derkete qada dîrokê. Bi dayina berdelên giran derkete qada dîrokê û bi berdelên mezin ên hatin dayin em gihiştin vê merheleyê.  Ya ku pirsgirêka Kurd anî rojevê û çareseriya wê ferz kir ev têkoşîn û hêza rêxistinkirî bû. Gotinên mîna; eger ev hêza rêxistinkirî tine be jî em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin, tê wateya, em îrade daxwaza gelê Kurd li ber çavan nagirin, em çawa li pirsgirêka Kurd mêze dikin, em ê polîtîkayên bi heman rengî bimeşînin. 

Kurdên zana û xwedî nasnameya neteweyî dengê xwe didin HDP’ê. Bajarên ku li Tirkiyeyê û cîhanê mîna bajarên xwedî nasnameya Kurd tên naskirin, wê  HDP piraniya dengan bidest bixe. Li bajarên mîna Amed, Wan, Colemêrg, Mêrdîn, Agirî, Mûş Dêrsim, Êlih, Sêrt, Şirnexê di rewşeke ku îradeya siyasî ya Kurdan neyê temsîl kirin de ne demokratîkbûn bi pêş dikeve ne jî pirsgirêka Kurd çareser dibe. Wê îradeya siyasî ya gelekî tine be, lê li wir, wê pirsgirêk çareser bibe! Gotina vê yekê tê wateya bi lêv kirina derewan; Kurd bêyî îradeya siyasî, bêyî rêxistin jî wê karibin bigihijin jiyana azad û demokratîk.

Kurd qebûl dikin ku HDP partiyeke ku îradeya siyasî ya gelê Kurd temsîl dike. Ev di heman demê de tê wateya; di siyaseta Tirkiyeyê de jî bila ev partî nûnertiya me bike. Eger demokratîkbûn û çareserî pêk were ev partî wê muxetabê Kurdan be. Di vê rewşê de gelê Tirkiyeyê qebûl kiriye ku muxetabê demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd HDP’ê ye.  Li rojavayê Tirkiyeyê jî meyldarî û piştgiriya gel a ji bo HDP’ê vê yekê piştrast dike. Li cîhanê jî HDP mîna nûnerê Kurdan ê di siyaseta Tirkiyeyê de tê qebûlkirin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de HDP mîna muxetab tê zanîn. Di vê rewşê de kî ji gotina, ‘HDP tine be jî pirsgirêka Kurd wê çareser bibe’ bawer bike? Ev gotin di rastiyê de tê wetaya; em Kurdan muxetab nagirin û pirsgirêka Kurd çareser nakin. Berterefkirina HDP’ê wê pirsgirêka Kurd ji asta xwe ya îro bibe rewşeke paşketîtir. Her kesê xwedî zanistiya siyasî vê rastiyê dibîne. 

Gelê Kurd bi dehê salan ji bo îradeya xwe ya siyasî derxe holê û wê mîna muxetab bide qebûl kirin têkoşîn da. Ji bo vê yekê berdelên giran dan. Ev têkoşîn û berdelên hatin dayin ji bo pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd bûn. Di encama vê têkoşînê de pirsgirêka Kurd hate rojevê û îradeya siyasî ya gelê Kurd mîna muxetab hate pêşxistin. Niha gotinên mîna pirsgirêka Kurd tine ye, muxetab tineye tên wateya neçareserkirina  pirsgirêka Kurd. 

Ji bo hiştina HDP’ê ya di bin bendê de meşandina kampanyayên kirêt û bi hîleyan hiştina HDP’ê ya di bin bendê de, wê were wateya îlankirina şer, li dij gelê Kurd û Tevgera Azadiyê. Qalkirina çareseriya bê muxetab, tê wateya, em ê li dij îradeya siyasî ya gelê Kurd, şer bimeşînin. Li dewsa naskirina îradeya azadiyê ya gelê Kurd, hewldana tesfiyekirina vê îradeyê ji bilî meşandina şerekî pê de bi ti awayî nabe. Ji xwe ev dehê salan e ji bo nasnekirina îradeya sayasî ya gelê Kurd û muxetab negirtina wê şerekî kirêt hat meşandin. Lewra gotinên îradeyê nas nakim, muxetab nagirim tê wateya mîna berê ez ê şer bidomînim. Di vê wateyê de AKP polîtîkayeke gelekî xeter dimeşîne.  Divê hemû hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bizanibe ku bêbandorkirina îradeya hêzên demokrasiyê û bi lêv kirinên ku HDP wê nebe muxetab e, tê weteya ku piştî hilbijartinê, hem ji hundir ve hem jî li der ve wê şer bimeşînin. Şik û guman tineye ku gelê Kurd wê li dij dewleta ku îradeya siyasî ya gel û hêzên demokrasiyê nas neke, muxetab negire; ji bo vê yekê zor û zextê bike li ber xwe bide. 

Em hikûmeta AKP’ê careke din hişyar dikin; bi her cure rêbazên kirêt ên derveyî hiqûqê hewldana di bin bendê de hiştina HDP’ê û bi hîleyên hilbijartinê hiştina HDP’ê ya di bin bendê de, tê weteya îlankirina şer li dij gelê Kurd û hêzên demokrasiyê. Tê wetaya destpêkirina şerekî piştî hilbijartinê. Li cihê ku ji xwe bikaranîna derftên demokratik pirr kêm e, bi tevahî bêbondorkirina siyasetê rêbaza ku dewlet bikar bîne zilm û dijwarî ye. Di rewşa ku hêzên demokrasiyê û Kurd teslîmî vê zilm û zextê nabin, li cihekî ku siyaseta demokratîk were tasfiyekirin ji têkoşînê pêde tu bijark ji gelan û hêzên demokrasiyê re namîne. Ji ber vê yekê divê AKP ji ber berjewendiyên xwe yên partîbûnê bila bi agir nelîze, ji îradeya hêzên demokrasiyê û gelê Kurd re rêzdar be. 
Di pirsgirêka Kurd de muxetab wê kî be ev yek ji aliyê burokratan an siyasetmedaran ve bi şêwazekî keyfî nikare were tesbît kirin. Muxetabê çareseriya pirsgirêka Kurd ji aliyê gelê Kurd ve tê diyarkirin. Bi destekdayina HDP’ê û rojane qêrîna li qadan gelê Kurd muxetab nîşan dida. 

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat