Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî, nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirkiyeyê ya li pêvajoya çareseriyê û polîtîkayên wan ên qirêj ên der barê hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nirxand. Ronahî got, "Nêzîkatiya li Rêbertiya me çi be nêzîkatiya li pêvajoya çareseriyê jî ew e. Eger astengkirina hevdîtina heyetê bi Rêberê me re razemendiyek ji bo hilbijartinê be, wê zerarê bide xwediyê xwe."
Ronahî diyar kir ku hikûmeta AKP ji bo li ser desthilatdariyê bimîne polîtîkayên qirêj dimeşîne û anî ziman ku di demeke bi vî rengî ya girîng de ew ê nekevin provokasyonan.
'AKP LI PÊŞEROJA GELAN NAFIKIRE'
Ronahî êrîşên li dijî buroyên hilbijartinê yên HDP'ê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê xwedî girîngiyeke dîrokî û stratejîk e. Ronahî ragihand ku ev hilbijartin wê çarenûsa AKP'ê diyar bike û got, "AKP partiyeke serberjêr bûye. Ji bo bibe desthilatdar, her tiştên xwe li gorî hilbijartinê sererast kiriye. Partiyeke ku li pêşeroja welatê xwe, li çareseriya pirsgirêkan difikire nîne. Li şûna vê, hewl dide pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê me ve hatiye destpêkirin, biqedîne."
'AKP, MUZAKEREYÊ JI BO XWE WEKE WINDAHIYÊ DIBÎNE'
Ronahî da xuyakirin ku biryara AKP'ê ya çareserkirin an jî çaresernekirina pirsgirêka Kurd di vê pêvajoya hilbijartinê de baştir derketiye holê û got, "Agirbesta me ya yekalî heye. Rêberê me zêdeyî du sal in pêvajoyeke muzakere û çareseriyê dimeşîne. Di nava van pêvajoyan de Rêberê me ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd ve têkoşîneke berfireh meşand. Ji bo van rastiyên dîrokî derxîne holê, têkoşîneke berfireh a bîrdozî û felsefîk meşand. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ev du sed sal in polîtîkayên înkarkirinê li ser gelê Kurd ferz dikin. Rêbertiya me ji bo vî zîhniyetî biguherîne di asta herî bilind de têdikoşe. Û anî heta nuqteyekê. AKP asta heyî qebûl nake û pêvajoya muzakereyê jî ji bo xwe weke windahiyekê dibîne."
Ronahî bal kişand ser gotinên Erdogan ên înkarkirina pêvajoyê û pirsgirêka Kurd û tevgera zêde ya leşkerî bibîr xist. Ronahî got, "Leşker ji leşkergehê derxistiye û xistiye nava tevgerê. Dixwaze provokasyonê bikin, gerîla bikişîne nava vê provokasyonê, rê li ber şer vekin û ji vê jî dengan berhev bikin. Ji bo vê di nava hewldaneke mezin de ne."
'YEKANE BERPIRSYARÊ QEWIMÎNAN AKP YE'
Ronahî anî ziman ku xwevegirtina gerîla ji provokasyonan, hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan bi hêrs kiriye û got, "Gelê Tirkiyeyê jî, gelê Kurdistanê jî ev provokasyon dîtin. Divê gel ji bîr nekin ku ya AKP kir, nêzîkatiya ji bo qedandina pêvajoyê ye. Erdogan ji bo desthilatdariyê, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dehf dide ku di zinar de wer bibin. Eger sibe li Kurdistanê di asta cuda de gel, kedkar, jin, ciwan biteqin, berpirsyarê yekane yê vê Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye."
'EM Ê BI BERPIRSYARIYA XWE RABIN'
Ronahî da xuyakirin ku girîng e gelên Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên qirêj ên AKP'ê bibînin û ragihand ku AKP'ê artêşa Tirk derxistiye çiyê û operasyonan dimeşîne. Ronahî got, "Gelo li hemberî van operasyonan em nikarin ji rewşa parastinê wêdetir biçin? Belê em dikarin. Lê belê weke tevger em gelekî bi berpirsyarî tevdigerin. Heta dawiyê em ê vê berpirsyariya xwe dewam bikin. Ji bo hilbijartin di rewşeke erênî de pêk bê, em ê bi berpirsyariyên xwe rabin. Di hilbijartinan de em ê neyên provokasyonan... Nêzıkatiyên AKP'ê, gotinên Erdogan kişandina gelê Kurdistanê ber bi şer e. Kişandina tevgera me ber bi şer e. Ji bo em rê nedin vê, weke tevger em di nava têkoşîneke xurt de ne. Û em ê heta dawiyê vê têkoşînê dewam bikin. Lê belê sînorekî vê têkoşînê heye. Divê ev jî were zanîn."
'HAYA AKP'Ê JÊ NÎNE KU LI KÎJAN DEVERÊ WINDA KIRIYE'
Ronahî diyar kir ku hevdîtina heyetê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê astngkirin, nêzîkatiya li tenduristiya Ocalan nayê zanîn û ev yek wan dixe nava fikaran û got, "Nêzîkatiya li Rêbertiya me çi be, nêzîkatiya li pêvajoyê jî ew e. Em bi vî rengî rewşê fêm dikin û rastî jî bi vî rengî ye. Lewma eger astengkirina hevdîtina heyetê bi Rêberê me re razemendiyek ji bo hilbijartinê be, ev yek wê zerarê bide xwediyê xwe. Girîng e ev baş were zanîn. Di vir de encama tê xwestin nikarin bi dest bixin. AKP di oxira berjewendiyên xwe de pêşdîtina xwe winda kiriye. Hay jê nîne ku li ser navê qezençkirinê li ku winda kiriye. Yên deng didin HDP'ê, gelekî baş dizane ku bi derbasbûna HDP'ê ji bendê re ev rêveçûna Tirkiyeyê wê biguhere." Ronahî destnîşan kri ku ji bo pêşketina demokrasiyê, rêveçûna pêvajoya muzakereyê girîng e HDP di meclîsê de be û diyar kir ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vê rastiyê dibînin û wê di hilbijartinan de helwesta xwe nîşan bidin.