Artêşa Tirk li Bazidê belgeya ‘mayînan’ dide îmzekirin

Der ket holê ku artêşa Tirk li gundê Kizilkaya yê navçeya Bazid a Agirî belgeya ‘Eger hûn pê li mayînan bikin em ne berpirsyar in” bi gel dide îmzekirin.

Derket holê ku artêşa Tirk li gundê Kizilkaya yê navçeya Bazid a Agirî belgeya ‘Eger hûn pê li mayînan bikin em ne berpirsyar in” bi gel dide îmzekirin.

Çavkaniyên herêmî yên agahî dan ANF’ê diyar kirin ku leşkerên 23’ê Gulanê hatin gundê Kizilkaya yê girêdayî Bazid a Agirî bi darê zorê belgeya, “Eger hûn pê li mayînan bikin em ne berpirsyar in” bi gel dane îmzekirin. Çavkaniyên herêmî her wiha dan xuyakirin ku leşkeran nasnameyên kesên sewalên xwe ji bo çêrandinê dibin ji wan wergirtine.

Hat diyarkirin ku leşkerên Tirk li navçeya Patnos û gundên wê digirin ser malan û li malan lêgerînan dikin.