YPG: Em ê heta dawiyê Şêxmeqsûd biparêzin

Fermandariya YPG’ê ya Helebê diyar kir ku hêzên wan ji bo parastina taxa Şêxmeqsûd û hemû pêkhateyên wê bi hemû hêza xwe amade ne.

Fermandariya YPG’ê ya Helebê diyar kir ku hêzên wan ji bo parastina taxa Şêxmeqsûd û hemû pêkhateyên wê bi hemû hêza xwe amade ne.

Têkildarî girtina dora taxa Şêxmeqsûd ji aliyê komên çete yên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam fermandariya YPG’ê ya Helebê daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hin komên çekdar bi siyasetên hêzên derve ve girêdayîne ku bi serkêşiya Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi taybet Tabûrên Sultan Murad tevdigerin, taxa Şêxmeqsûd dorpêçkirine. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku fermandariya YPG’ê bi armanca parastina sivîlan li kêleka Cebhe El-Şamiye disekine û wê parastina hemû pêkhateyan bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate ev tişt hate gotin: "Em wekî YPG’ê soza me daye pêkhateyên gelê xwe yên taxa Şêxmeqsûd ku em heta dawî wan biparêzin dubare dikin û em dibêjin ku em ê heta şervanê xwe yê dawî jî parastina taxê bikin û rê nedin ti aliyan bikevin taxê."