'Şerê taybet ê AKP'ê wê bi yekîtiya azad a gelan ji holê rabe'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "Hemû xefik û provokasyonên AKP'ê yên li dijî HDP û pêşeroja gelên Tirkiyeyê, bi xurtbûna yekîtiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di bin sîwana HDP'ê de dikarin werin astengkirin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê  Cemal Şerîk got, "Hemû xefik û provokasyonên AKP'ê yên li dijî HDP û pêşeroja gelên Tirkiyeyê, bi xurtbûna yekîtiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di bin sîwana HDP'ê de dikarin werin astengkirin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê  Cemal Şerîk şerê taybet û psîkolojîk yê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê yê li hemberî HDP'ê ji ANF'ê re nirxand.

'ERDOGAN XWEST PKK PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BIQEDÎNE'

Şerîk da xuyakirin ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2015'an, têgihiştina pêvajoyê ya ku AKP'ê hewl da di nava raya giştî de biafirîne têk biriye û destnîşan kir ku vê peyamê li qada civakî û siyasî bersiva xwe dîtiye. Şerîk got, "Vê rastiyê dîktatoriya Recep Tayyîp Erdogan trisand" û diyar kir ku derket holê yê dixwaze pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike û ji vê re pêşengiyê dike Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ye û vê rastiyê jî Erdogan û Davûtoglû tirsandiye.

Şerîk da xuyakirin ku AKP ji ber bi xwe nekarîbûn bêjin ji pêvajoyê vekişiyane, hewl dan vê yekê bi hêzên demokrasî û azadiyê re bide kirin û destnîşan kir ku gotina Erdogan a 'Êdî pirsgirêka Kurd nîne' û 'Li holê maseyek nîne' armanc û zîhniyetê wan nîşan dide.

Şerîk got, "Di heman demê de bi vî rengî xwestin pêvajoyê provoke bikin. Dema daxuyaniyên bi vî rengî dan, li bendê bûn ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd bêjin 'madem bi vî rengî ye ez jî vedikişim'. Lê belê bersiv ji vê bendewariya xwe re nedît." 

Şerîk da xuyakirin ku ji ber Rêberê Gelê Kurd Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd pêvajo neqedand, AKP'ê xwest vê bendewariya xwe bi şêweyên cuda bicih bîne û mîna li Agirî, serî li provokasyonên cidî da. Şerîk got, "Gerîla di vê mijarê de bi hesasiyeteke mezin tevgeriya. Gelê Agirî destûr neda vê. Lewma dîktatoriya Erdogan di van provokasyonan de jî ya hêvî dikir bi dest nexist."

Şerîk zêdeyî 100 êrîşên li hemberî HDP'ê jî bibîr xist û di nava van êrîşan de bal kişand ser provokasyonên li Edene û Mersînê. Şerîk got, "Ya ku hat xwestin li Edene û Mersînê bê kirin, mîna ya li Agirî bû. Li Agiriyê bi kuştina leşkeran re xwest bigihêjin armanca xwe. Li Edene û Mersînê jî bi qetilkirina rêveberên HDP'ê û siyasetmedarên di nava HDP'ê de cih digirin re xwestin bigihêjin heman armancê. Eger li Agirî leşker bimira wê civaka Tirkiyeyê, li Edene û Mersînê jî siyasetmedarên HDP'yî bihatina qetilkirin wê carê jî Kurd, hêzen demokrasiyê rakiribûna ser piyan. Eger gelê Kurd û HDP'yî li hemberî van provokasyonan daketibûna kolanan wê bigotina 'Vana aştî û siyaseta demokratîk naxwazin'. Bi vî rengî wê dengên ji Kurdan û neteweperestên Tirkiyeyê winda kiribûn, ji nû ve berhev bikira û bi vî rengî bibûya hêza diyarker a siyaseta navendê. Wê hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji xwe re veguheranda destketiyeke stratejîk. Armanca bingehîn ev bû. Lê belê negihaşt armanca xwe."

'HIKÛMETA AKP'Ê HIKÛMETA ŞERÊ TAYBET Û QIRÊJ E'

Cemal Şerîk bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomar Erdogan û rayedarên AKP'ê yên mîna Davûtoglû ku HDP'ê û Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hedef nîşan didin û destnîşan kir ku ev yek parçeyek ji şerê taybet ê ji aliyê AKP û Erdogan ve tê meşandin e. 

Şerîk anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê hikûmeteke şerê qirêj e û got, "AKP ji nava hikûmetên şerê qirêj ê heta niha hatine ser kar, ya herî xetere ye. Yên ku berê hatin kirin, vana dixwazin bi rêbazên cuda pêk bînin. Behskirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê, vê taybetmendiya wê venaşêre. Ji xwe Erdogan êdî hebûna pirsgirêka Kurd jî înkar dike. Êrîşên devkî û fîzîkî yên li hemberî HDP'ê, parçeyek ji şerê qirêj û taybet ê AKP'ê ye. Yek ji rêbazên şerê taybet jî şerê psîkolojîk e. Erdogan û Hikûmeta AKP'ê, ji ber mezinbûna HDP'ê di nava tirs û fikareke mezin de ne. Lewma HDP'ê hedef nîşan didin û HDP'ê mîna ku aliyê şer dixwaze, aştiyê naxwaze, sûcdar dikin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk da zanîn ku rêbazên şerê taybet ê AKP di roja îro de li hemberî HDP'ê bikar tîne, rêbazên şerê taybet ê salên 1950'î ye û anî ziman ku di roja îro de civaka Tirkiyeyê ji vî alî ve zane bûye. Şerîk destnîşan kir ku li dijî van polîtîkayên şerê taybet ên AKP'ê, di nav artêşa Tirk de jî hin nerazîbûn xwe didin der.

'BI YEKÎTIYA AZAD A GELAN RE HEMÛ PROVOKASYON DIKARIN JI HOLÊ BÊN RAKIRIN'

Şerîk da xuyakirin ku hêza van êrîş û provokasyonan asteng dike û wê di dema pêş de jî asteng bike gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ne û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Ji ber ku mûxatabên sereke yên pêvajoyê ew in. Yê ku pirsgirêkê çareser bike jî gel e. Yek ji hêmanên şerê topyekûn gel e. Artêş, parlament, çapemenî, gel... Eger di navbera van de yekîtiyek were bi ser xistin, hingî şensê serketina şerê topyekûn ê taybet heye. Eger di navbera van de yekîtiyek neyê avakirin, hingî şensê bi ser ketina şerê topyekûn ê taybet nîne. Û di roja îro de HDP astengiya herî mezin e li pêşiya topyekûnbûyîna vî şerê qirêj û taybet e. Ji ber ku civakên Kurdistan û Tirkiyeyê digihêjin hev. Rûyê rast ê AKP'ê teşhîr dike. Bi encamên şerê qirêj ê berê re rû bi rûbûnekê dike. Lewma HDP'ê hedef digire. Wê provokasyonên xwe dewam bikin. Divê mirov ji êrîş û provokasyonên cidî yên AKP'ê re amade bin. Yê ku vê asteng bike jî yekîtiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Bi kombûna li nava HDP'ê re, bi avakirina bendan li pêşiya rejîma şerê taybet a Tirk û bendên li hemberî AKP'ê re, wê bibin parêzvanên demokrasî û azadiyê. Ev provokasyon jî ancax bi vî rengî werin astengkirin."