AKP ji bo dengan dixwaze erdhêjzedeyan bixapîne!
Piştî erdhêjên mezin ên li Wanê pêk hatin, TOKÎ’yê bi armanca hewcedariya starbûna gel avahiyên TOKÎ’yê çêkir, got, ‘Li deryayê dinêrin’ û bi buhayek zêde firot
Piştî erdhêjên mezin ên li Wanê pêk hatin, TOKÎ’yê bi armanca hewcedariya starbûna gel avahiyên TOKÎ’yê çêkir, got, ‘Li deryayê dinêrin’ û bi buhayek zêde firot
Piştî erdhêjên mezin ên li Wanê pêk hatin, TOKÎ’yê bi armanca hewcedariya starbûna gel avahiyên TOKÎ’yê çêkir, got, ‘Li deryayê dinêrin’ û bi buhayek zêde firot. Her wiha di meha Nîsanê de teqsîdên wan hatin destpêkirin. Erdhêjzedeyan daxwaz kirin ku teqsîd bên taloqkirin û li ser vê AKP’yî sozên ‘em ê taloqî pişî hilbijartinê bikin’ didin.
PIŞTÎ HILBIJARTINAN…
Piştî erdhêjên mezin ên 23’ê Cotmeh û 9’ê Mijdara 2011’an li Wanê pêk hatin, TOKÎ’yê ji bo edhêjzedeyan nêzî 20 hezar avahî çêkiribû û teqsîdên wan di meha Nîsanê de destpê kirin. Erdhêjzedeyên ku heta niha nekarîn heqê komira xwe bidin, di aliyê dayîna teqsîdan de jî zehmetiyên mezin dikişînin. AKP’iyên ku mexduriyeta erdhêjzedeyên li TOKÎ’yê dijîn çareser nekir, dibêje; ‘Em ji bo taloqkirinê hewldanên mezin didin. Em ê taloqî piştî hilbijartinê bikin’. Hewl didin vê mexduriyetê biguherin dengan. Lê têkildarî ku teqsîd bên taloqkirin de ti tiştek tine.”
NEKARIN RAZÎNIN
Bajarê ku ji erdhêjê derketiye, pirsgirêkên mezin ên aboriyê dijîn û diyar kirin ku ji ber teqsîd nayên taloqkirin zehmetiyan dikişînin. Li Wanê tê meraqkirin ku wê ev teqsîd çawa bên razandin û heta niha nayê zanîn çend kesan teqsîdên xwe dane. Tê gotin ku gelek kesî ji ber teqsîd nedane, avahiyên xwe terk kirine. Li aliyê din jî pirsgirêkên binsesazî, veguhestin û avê jî didomin.
AKP’Ê VEGUHERT SOZA HILBIJARTINÊ
Midûrê AFAD’ê Metîn Taş got ku têkildarî TOKÎ teqsîdan taloq dike yan nake de niha tiştek li holê nîne û lê kesên ev du sale avahiyên xwe girtibû, dest bi dayîna teqsîdên xwe kirine. Taş wiha got: “Kesên du sal berê avahiyê xwe girtine, dest bi teqsîdên xwe kirine. Her welatiyekî di dîrokên cuda de avahiyên xwe girtin. Yên hemûyan carekê de nehat kirin. Yên 2012’an de teslîm girtin, dest bi teqsîdan kirine. Ev di 20 salan de wê bê razandin. Du salan teqsîd nehat dayîn û piştre wê 216 mehan teqsîd bên dayîn. Di nava salê de 12 teqsîd divê bên dayîn. Welatî dikarin 12 teqsîdan di carekê de bidin. Ev tercîha welatiyên me ne.”