Li Farqînê 4 kes hatin girtin

Li navçeya Farqîna Amedê 4 kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin hatin girtin.

Li navçeya Farqîna Amedê polîsan di 21'ê Gulanê de bi ser gelek malan de girt û li gel Hevserokê DBP'ê yê Farqinê Bariş Gulenyuzlu Î. D. (17), Mehmet Şirin Yaş, Şirin Degîş û Mustafa Binen binçav kirin. 5 kesên hatin binçavkirin piştî lêpirsinê sewqî Dadgehê ya Farqînê hatin kirin. Heyeta Dadgehê bi îdîaya "Gefên cebîrê û hileyan huriyeta kesan xistiye talûkeyê", "Bi çekan gef xwariye" û "Endamên rêxistinê ne" der barê 4 kesan de biryara girtinê da û kesek jî serbest berda. Î.D: (17), Mehmet Şirin Yaş, Şirin Degiş û Mustafa Binen şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.

Hat zanîn ku piştî 4 kes hatin girtin, der barê 2 kesên din de jî biryara lêgerînê hat dayîn.