30 hezar kesî Kayran a YPJ’î oxir kir
Kesra Kayran a YPJ’î li Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê 30 hezar kesî ve bi merasîmeke heybet hat definkirin.
Kesra Kayran a YPJ’î li Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê 30 hezar kesî ve bi merasîmeke heybet hat definkirin.
Kesra Kayran a YPJ’î (Zîlan Întîkam) ku li Rojava di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, rojek berê ji Deriyê Şenyurt ê Qoserê hat girtin û ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Piştî otopiyê cenaze anîn nexweşxaneyek taybet a Qoserê û ji wir jî bi ambulansê birin Nisêbînê. Bi konvoyeke dirêj cenaze birin mala wê ya li Taxa Yenîşehîrê. Cenaze piştre birin qada Newrozê. Jinan cenazeyê Kayran hildan û birin Mizgefta Kişla. Piştî wecîbeyên olî cenaze birin Goristana Şehîdgehê.
Ji her cade û kolanê welatî beşdarî merasîmê bûn. Esnafan kepenk girtin. Navenda bajar bi tevahî vala bû. Ji her malê jin, ciwan, kal û pîr beşdar bûn.
Girseya meşê her çû mezin bû. Nêzî 30 hezar kesî beşdarî meşê bûn. Piştî cenaze anîn Goristanê ciwanan merasîma leşkerî pêk anîn. Fîşekên hewayî hatin teqandin.
Ji bo cenazeya Kayran a YPJ’î deqeyek rêz hat giritn. Dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin. Sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin. Serokê MEYA-DER Mêrdînê Latîf Tabar diyar kir ku ew wê şopdarê têkoşîna hemû şehîdan bin û gelê Kurd careke din hesasiyeta pêwist ya li dijî şehîdên xwe nîşan daye. Hevseroka DBP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu jî axivî û diyar kir ku ciwanên Kurd li dijî dijminên Kurd canê xwe feda dikin.
Birayê Kayran, Alî Kayran jî axivî û got di vê têkoşînê de sê xwişk û birayên xwe şehîd dane û got xwişka wî Kayran li her çar parçeyê Kurdistanê bi awayekî aktîf di têkoşînê de cih girtiye.
Piştî definkirinê, gel derbasî mala şînê ya Taxa Yenîşehîrê bûn.