'Şehîdên Meha Gulanê' li Bruksel û Nantesê hatin bîranîn

Li paytexta Belçîka Brukselê Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan 'Şehîdên Meha Gulanê' bibîr anî. Li bajarê Fransa Nantesê jî tûrnûvaya futbolê ya 'Şehîdên Meha Gulanê' hat lidarxistin.

Li paytexta Belçîka Brukselê Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan 'Şehîdên Meha Gulanê' bibîr anî. Li bajarê Fransa Nantesê jî tûrnûvaya futbolê ya 'Şehîdên Meha Gulanê' hat lidarxistin.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan 'Şehîdên Meha Gulanê' bibîr anî. Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Brukselê de, di kesayetiya 'Şehîdên Meha Gulanê' de hemû cangoriyên şoreşê hatin bîranîn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir. Ji berdevkên meclîsê Rabîa Dalgic li vir peyivî û got, "PKK partiyeke şehîdan e. Weke dilsoziya bi şehîdan re divê em têkoşînê xurttir bikin." Bîranînê de li ser wate û girîngiya meha Gulanê sînevîzyonek hat nîşandan.

NANTES: Li bajarê Fransa Nantesê jî ji bo 'Şehîdên Meha Gulanê' Komeley Çanda Kurd a Engîn Sîncer tûrnûvaya futbolê lidar xist. Tûrnûva bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Ji Nantes û bajarên derdorê 10 tîm tevlî pêşbirka tûrnûvayê bû. Di encamê de tîma Varto bû yekemîn, tîma Gençlîk la Rochol bû duyemîn û tîma Kagitsizlar jî bû sêyemîn. Tûrnûva bi qîrîna dirûşmên dilsoziya bi cangoriyan re bi dawî bû.

...