KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Yuksekdag malbata Mûharrem ziyaret kir
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, li Wanê malbata Mûharrem Taş ziyaret kir, ku ji ber xemsariya dewletê di mercên zivistanê de li kîsê li pişta bavê xwe, li ser rêya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. -
Tevlîbûna li nava refên YBŞ'ê dewam dike
Li Çiyayê Şengalê 20 ciwanan perwerdeya xwe qedandin û tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bûn. -
Leşkeran gule li gel reşandin
Li çiyayê Îspîrîz ê Geverê, tîmên taybet ên artêşa Tirk, bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra û pêgerên hewayî yên bê mirov re derketin operasyonê. Leşkeran her wiha gule li gelê çû herêma operasyonê reşandin. -
Der barê komkujiya Parîsê de pêvajoya lêpirsînê qediya
Der barê qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê de, lêpirsîna dihat meşandin qediya. -
Şervanên YPG/YPJ’ê li lutkeya herî bilind a Çiyayê Kizwanan ne
Şervanên YPG/YPJ’ê gihiştin jora çiyayê Kizwanan ˮEbdulezîzêˮ ku çeteyan wekî bargeh bi kar dianîn. -
Şervanên MLKP’î: Divê gel ji bo mirovahiyê bên Rojava û şer bikin
Şervanên MLKP’î yên bi eslê xwe Îspanyolî û Tirkiyeyî ne û li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer dikin, diyar kirin ku şerê niha li dijî DAIŞ’ê tê meşandin ji bo rûmeta mirovahiyê ye. -
Nasnameya 13 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 13 gerîlayên di pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
‘TOKÎ karê xwe nîvçe dihêle’
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ya Şaredariya Sûrê bi amadebûna Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Hevşaredarên Sûrê Seyid Narîn û Fatma Şik li Qonaxa Cemîl Paşa civînek bi xelkên taxa Alî Paşa û Lalebey re pêk hat. -
Zarokê polîsan birîndar kir sewqî Wanê hat kirin
Li Geverê zarokê 14 salî F.O. yê piştî merasîma cenazeyê şervanê YPG’ê Mazlûm Altekîn (Botan Gever) ji aliyê polîsan ve bi bombeya gazê hat birîndarkirin sewqî Wanê hat kirin. Bûyerên li Geverê didomin. -
Polîsan êrîşî merasîma cenaze kir: Zarokek birîndar bû
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mazlum Altekîn (Botan Gever) li Geverê bi tevlîbûna zêdehî deh hezaran kesan hate definkirin. Piştî merasîma cenaze li navenda navçeyê polîsan êrîşî ciwanan kir û zarokê 14 salî birîndar kir. -
Nasnameya 5 şervanan hate aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
Ji YPG/YPJ'ê derba giran: 13 gund hatin rizgarkirin, 181 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di 'Pêngava Fermadar Rûbar' de li rojavayê Kantona Cizîrê di 24 saetên dawî de 10 gund hatine rizgarkirin, 180 çete hatine kuştin. Li Kobanê jî 3 gund hatin rizgarkirin û çeteyek hat kuştin. -
Aslan ê YPG'yî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Aslan (Brûsk Amed) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Li Qibrisê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn
Li Qibrisê bi çalakiyekê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn. -
Artêşa Tirk li dû provokasyonan e
Tevgera keşfê û operasyonên artêşa Tirk ên ji bo derxistina provokasyonan, bê navber dewam dikin. -
Êrîşên li dijî HDP’ê li Wanê hatin protestokirin
Platforma Demokrasiyê ya Wanê, êrîşên li dijî HDP’a Mersîn û Edeneyê protesto kir. Platformê da zanîn ku ji êrîşan AKP û Erdogan berpirs e û salên 90’î bibîr xist. -
Heyeta Îmraliyê: AKP dixwaze pêvajoyê biqedîne û şer bide destpêkirin
Heyeta Îmraliyê di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi rayedarên KCK'ê re diyar kir ku AKP û Serokkomarê Tirk Erdogan aştî sekinandine û bi qedandina pêvajoyê re dixwazin şer bidin destpêkirin. -
Salar ê YPG'yî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Vedat Salar, ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Şervanên YPG'ê gihiştin çiyayê Ebdulezîzê
Di van kêliyan de şervanên YPG/YPJ'ê gihîştin çiyayê Ebdilezizê. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Oztemel hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Alî Oztemel ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
KNK: Parastin û destekkirina HDP'ê erkek neteweyî ye
KNK'ê êrîşên li dijî HDP'ê bi tundî şermezar kir ku destnîşan kir ku parastin û desteka ji bo HDP'ê erkeke neteweyî û niştimanî ye. -
Bayik: Eger deklarasyon bicih were anîn PKK wê kongreyê bicivîne
Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û Besê Hozat di bernameya taybet a MedNûçe de pêvajoya çareseriyê, mijara civandina kongrya PKK'ê û deklarasyona Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê nirxandin. -
Gerîlayên li eniya Mexmûr-Kerkûkê 'Şehîdên Gulanê' bibîr anîn
Gerîlayên HPG-YJA-Star ên li Başurê Kurdistanê 18'ê Gulanê 'Roja Şehîdan' bibîr anîn. -
Li Rojava yekem tabûra MLKP'ê ava bû
MLKP'ê tabûra xwe ya yekem a li Rojava, li bajarê Serêkaniyê bi navê "Şehîd Serkan" ava kir û bi merasîmekê ragihand. -
Kalkan: Ji bo serketinê me xwe amade kirine
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got: "Ji bo em vê şoreşa azadiya mezin di sala 2015'an de bigihînin serketinê, me xwe amade kiriye."