Salar ê YPG'yî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Vedat Salar, ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Vedat Salar, ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Vedat Salar, ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Vedat Salar (Brûsk Reş) ê di 16'ê Çileya 2015'an de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Rihayê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Bi hezaran kesên hatin ber morga nexweşxaneyê, bi qîrîna dirûşmeyan cenazeyê Salar wergirtin. Cenazeyê Salar heta gundê Ziyaretê bi konvoya ji wesayîtan hat birin û li derketina ji gund, girseyê cenaze hilgirt ser milan û bi gundê hêcekê.
Zêdeyî 10 hezar kesî darbesta Salar a bi ala YPG'ê hat pêçandinî, anîn meydana gund. Piştî wecîbeyên olî, girseya gel cenaze hilgirt ser milan û bir goristana gund. Piştî meşa 2 kîlometreyan, cenazeyê Salar li goristanê hat veşartin.
Nûnerê MEYADER'ê yê navçeyê Memê Erkan li merasîmê peyivî û anî ziman ku cangoriyên jiyana xwe ji dest dane ji bo azadbûna 4 parçeyên Kurdistanê têdikoş in. Erkan got, "Şehîdên me rêya me ronî dikin. Li 4 parçeyan dijminê Kurdan hene. Dijminatiya herî mezin jî hikûmeta bakur dike. Dixwaze Kurdan ji qut û cihê bike. Gotin 'Kobanê li ber ketinê ye'. Bi saya şehîdên me neket û azad bû. Ev serketin serketina 4 parçeyan e. Pêwîste gelê me dijminên xwe nas bike û di xeta nirxên xwe de şaş nebin."
Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan jî diyar kir ku ew ê ala cangoriyan danexînin xwarê û got, "Em ê vê alê bi ser bixînin. Em soz didin şehîdên xwe. Pêwîste lîstikên AKP'ê werin pûçkirin û têkoşîn were xurtkirin."