Kalkan: Ji bo serketinê me xwe amade kirine
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got: "Ji bo em vê şoreşa azadiya mezin di sala 2015'an de bigihînin serketinê, me xwe amade kiriye."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got: "Ji bo em vê şoreşa azadiya mezin di sala 2015'an de bigihînin serketinê, me xwe amade kiriye."
Li Herêmên Parastinê yên Medya ji bo bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' merasîm dewam dikin. Di 38. salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Hakî Karer, merasîmek pêk hat û endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan, endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Rûken Garzan, ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê Hemrîn Dêrsim, ji fermandarên HPG'ê Sabrî Tendurek û gelek gerîla beşdar bûn.
Ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin û dûre endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan axivî.
Dûran Kalkan got, "Di 38. salvegera şehadeta pêşengê şoreşger rêheval Hakî Karer, ku Rêber Apo wek 'ruhê xwe yê veşarî dida nasîn' û di şexsê wî de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin" û wiha berdewam kir: "Em di bîranîna 38. Roja bîranîna şehîdan de soza xwe ya serketina di xeta Rêber Apo de ya pêkanîna armanc û hesreta şehîdên xwe yên qehreman, dubare dikin. Em careke din îfade dikin ku meşa me ya 2015'an de di xeta şehîdan de wê di xeta serketinê de bibe meşa serketinê."
RÊYA ŞEHÎDAN, RASTIYA KU RÊYA RAST NÎŞAN DIDE YE
Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Me ji Rêber Apo, fêmkirina rastiya şehîdan, naskirin û xwedîderketina şehîdan, hîn kir. Em dizanîn ku hilbijartina Rêberiyê ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdan, jiyandin û pêkanîna armanca wan e. Ji ber vê jî em xwediyê xeta Rêbertiyê, rastiya rêbertiyê ya ku xeta şehîdan dişopîne û armancên wan dibe serketinê ne. Dîsa em dizanin ku tevgera me ya partiyê û hêza gerîlayên wê bi armanc û girêdayîna bîranîna şehîdên derketiye holê."
Kalkan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hakî Karer wek 'PKK şênberiya bîranîna Hakî Karer e' daye nasîn û wiha berdewam kir:
"Rêber Apo diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya 43 salî di xeta şehîdan de meşiyaye, wek xelekên zîncîra şehîdan pêş ketiye, her wiha hêzên rastî yên têkoşînê afirandine jî, şehîdên me ne. PKK wek 'Partiyek Şehîdan' bi nav kir û şehîdên me wek pêşengên rastî yên gelê me îfade kirin. Ji bo me jî her tim wek çavkaniya hêza rastî bîranînên şehîdên me nîşan da.
EM AMADE NE KU ŞOREŞA AZADIYÊ DI 2015'AN DE BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ
Rastiya şehîdan, rastiya ku rêya rast nîşan dide ye. Rêya serketin nîşan dide û rastiya ku wê garantî dike ye. Şehîdên me her tim çavkaniya hêza me, bûne hêza ku her peywirê bigihînin serketinê û rêya rast dîtinê. Em di rojeke wisa ya şehîdan de bi ferasetek wisa şehîdên xwe bibîr tînin. Em li ser vî esasî xwedî li bîranîna wan derdikevin. Biryarbûna xwe ya serketina armancên xwe, li ser vê bingehê ava dikin. Li ser vî esasî em meşa azadiyê ya 2015'an wek serketina teqez a di xeta şehîd û Rêbertiyê de dibînin.
Em amade ne ku şoreşa azadiyê ya mezin di 2015'an de bigihînin serketinê. Ev biryar, helwest û sekna me teqez vê îfade dike. Xwîna şehîdên me li erdê nema. Ji bo armancên wan pêk bên, em tevgera azadiyê, em hêzên gerîlayan, ji her demê zêdetir amade, rêxistinkirî û bi biryar in. Di xeta serkefetinê de em ji her demê zêdetir xwedî helwesta teqezin. Têkoşîna me ya azadiyê di şopa şehîdan de hat vê rojê. Di vî alî de bû têkoşîna tolgirtina şehîdan.
EM Ê SALA 2015'AN BIKIN SALA ŞOREŞA APOYÎ
Pêngava me ya 2015'an di vê mijarê de ji bo bigihêje encameke teqez, biryarbûnek mezin îfade dike. Em diyar dikin ku di pêngava 2015'an de wê xeta serketinê ya şehîdên me wê baştir pêk bê û ji nêrînên Rêber Apo dersên pêwîst bê derxistin û li her çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bidin û sala 2015'an bikin sala şoreşa mezin, bikin sala şoreşa Apoyî. Em li ser vî esasî hevalê Hakî Karer û hemû şehîdên xwe careke din bi rêzdarî bibîr tînin."
Piştî axaftina Kalkan, merasîm bi dirûşman bi dawî bû.