Gerîlayên li eniya Mexmûr-Kerkûkê 'Şehîdên Gulanê' bibîr anîn
Gerîlayên HPG-YJA-Star ên li Başurê Kurdistanê 18'ê Gulanê 'Roja Şehîdan' bibîr anîn.
Gerîlayên HPG-YJA-Star ên li Başurê Kurdistanê 18'ê Gulanê 'Roja Şehîdan' bibîr anîn.
Gerîlayên HPG-YJA-Star ên li Başurê Kurdistanê 18'ê Gulanê 'Roja Şehîdan' bibîr anîn. Gerîlayên ji ANF'ê re axivîn bal kişandin ser ked û fedekariya cangoriyan û destnîşan kirin ku bi saya cangoriyan ew îro li Başûr gelê xwe diparêzin.
Gerîlaya YJA-Starê Dîren Bagok got, ''Em wek gerîlayên HPG-YJA-Star îro li Kerkûk-Mexmûrê li hember çeteyan şer dikin. Niha em di meha Gulanê de ne û îro jî 18'e Gulanê ye. Di vê rojê de qederek lehengê me yên nemir çêbûne. Destpêke Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Mehmet Karasûngûr- Heval Mizgîn di vê mehê de şehîd ketin. Ev meh meha berxwedanê ye. Di şexsê van hevalan de çanda berxwedanê bi pêş ket û hetanî roja me ya îro hat. Em di şexsê şehîdên meha Gulanê de hemû şehîdan bibîr tînin û em ê heta dawiyê şopdarên wan bin".
Gerîlayê bi navê Kendal Ûmût jî di şexsê cangoriyên 18'e Gulanê de hemû cangoriyên şoreşê bibîr anî û got: "Di vê mehê de qederek zor û zext li gelê me hatine kirin. Lê li hember vê jî berxwedanek bêhempa hatiye nîşandan. Yek ji van jî çalakiya Çaran e. Van hevalan zextên dijmin nepejirandine û di astek berxwedanî de, serhildanî de bedena xwe dane ber agir. Em ê jî heya dawiyê şopdarên van hevalan bin."
Gerîlayê ji Rojhilatê Kurdistanê Aso Şaho jî got: "Meha Gulanê ji hêla PKK'ê ve wek meha şehîdan hatiye îlankirin. Di vê mehê de qederek şehîdên leheng çêbûne. Yek ji van jî hevalê Serokatî yê destpêke Hakî Karer e. Heval Hakî hevalekî Tirk bû û heta dawiyê jî girêdayî Serok Apo û partiye bû. Em jî wek mîlîtanekî Serok Apo heta dawiyê em ê şopdarê van şehîdan bin."
Gerîlaya YJA-STAR Hêlîn Çekdar jî cangoriyên meha Gulanê bibîr anî û got: "Eger em îro li vir li di çeperan de bin ev bi saya van şehîdan e. Ruhê wan îro li vir dijî. Em ê jî heta dawiyê şopdarên wan bin."