Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, li Wanê malbata Mûharrem Taş ziyaret kir, ku ji ber xemsariya dewletê di mercên zivistanê de li kîsê li pişta bavê xwe, li ser rêya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
Yuksekdag çû serdana malbata Taş a li taxa Şabaniyeyê û bi hev re taştê xwar. Yuksekdag ji aliyê malbat û HDP’iyan ve li ber derî hate pêşwazîkirin.
Hevseroka HDP’ê Yuksekdag beriya taştê axaftinek kurt kir û got: "Êşa me hîna teze ye. Ji ber nebûna şert û mercên newekhev me Muharrem winda kir.
Me hîna dîmenê ku Mûharrem di kîs de dibirin nexweşxaneyê ji bîr nekiriye. Wê rojê ji ber ku dewletê helîkpoter neşand, Muharrem mir. Mirovahiyê ev dîmen ji bîr nekir. Me ji bîr nekiriye. Em ji bo vê li vir in."
Yuksekdag piştî taştê pirsgirêk û daxwazên malbatê guhdar kir.