Nasnameya 13 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 13 gerîlayên di pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 13 gerîlayên di pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Şehîdên me yên di dîroka me ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de pêşeroja gelê me ronî kirin, bi têkoşîna xwe ya lehengî re nirxên me yên azadiyê afirandin, paşeroj, îro jî siberoja me ne. Şehîdên me yên di her roja dîroka me ya berxwedana bi heybet de sekneke berxwedana destanî, meş û lehengiyeke canfedayî nîşan dan, di tevahiya dîroka azadiyê de gelê Kurd û Kurdistanê bi berxwedaneke mezin a ji ruhê azadkirinê tacîdar kirine."

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê got, "Şehîdên me yên ku di nava gelên cîhanê de serê gelê me bilind kirine, îro jî dibin sedem ku em bi rûmetdarî bimeşin" û ev xal destnîşan kir: "Şehîdên me yên ku canê xwe di her demê de bi ruhê Apoyî danîn holê, wê weke pêşengên rasteqîn ê Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad werin bîranîn û bên bibîr anîn. Bi bîr û baweriya 'dilsoziya bi şehîdan bi temsîlkirina rast a wezîfeyên têkoşîna wan dibe' divê em di her kêliyê de, her rojê soza dilsoziya bi wan re bidin û zanibin bi wan re bijîn. Ji ber ku Şehîd li gel me jiyana rasteqîn dijîn. Em parçeyekî wan ê jê nayê veqetandin. Û wezîfeya me ye ku li ser vê bingehê em nirxê pêwîst nîşanî wan bidin.

Bila neyê jibîrkirin: wateya giştî ya hemû şehîdan, dijderketina li jiyaneke vîna dijmin li ser me ferz dike ye. Weke şopdarên baş ên şehîdên xwe yên li dijî jiyana dijmin derdikevin, em ê jî li dijî jiyana mêtînger û dagirker li ser me ferz dikin derkevin û jiyaneke demokratîk û azad ji xwe re esas bigirin."

Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Pêwîste hemû kêliyên şehîdên me yên berxwedanê, hemû taybetmendî, helwest û gotinên wan, ji bo me weke bang û fermanekê bên fêmkirin û bicih werin anîn.

Em ê her tim dilsozê vê bang û fermanên şehîdên xwe bin û soza jiyanek bi vê dilsoziyê didin" û ev xal destnîşan kir; "Daxwaz û xeyalên wan, heta afirandina Kurdistaneke azad û demokratîk -mîna îro li Kobanê tê dîtin- em ê şerê xwe mîna duh îro jî, sibe jî dewam bikin."

NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:

Bulent Dundar bi nasnav Şîlan, di sala 1992'an de li Erzîromê beşdar bû, di 18'ê Adara 1995'an de li Pulur a Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.

Ahmet Ergun bi nasnav Fehîm Bereş, di sala 1971'ê de li Colemêrgê ji dayik bû, di sala 1989'an de li Çelê jiyana xwe ji dest da.

Abdulcabbar Yuruk bi nasnav Baran, di sala 1970'î de li Îdirê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Kocaeliyê beşdar bû, di 14'ê Tîrmeha 1998'an de li Xakurkê Sideka jiyana xwe ji dest da.

Nalîn Alataş bi nasnav Şînda Şiyar, di sala 1984'an de li Bedlîsê ji dayik bû, di sala 2004'an de beşdar bû, di 22'ê Çileya 2009'an de li Gare jiyana xwe ji dest da.

Ramazan Megayîr bi nasnav Mahsûm, li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1993'an de beşdar bû, di 20'ê Adara 1995'an de jiyana xwe ji dest da.

Ezdîn Aydogan bi nasnav Ferhat, di sala 1975'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Mersînê beşdar bû, di sala 1995'an de li Botan Gabarê jiyana xwe ji dest da.

Maşallah Talayhan bi nasnav Egîd, di sala 1975'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Misricê beşdar bû, di 19'ê Hezîrana 1997'an de li Kurê Jahro jiyana xwe ji dest da.

Zeynep Gok bi nasnav Bêrîvan, li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Botanê beşdar bû, di sala 1993'an de li Şîrvanê jiyana xwe ji dest da.

Aşûr Bûlût bi nasnav Aslan, li navçeya Şirnex Qilabanê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Mersînê beşdar bû, di sala 1994'an de li Garisa jiyana xwe ji dest da.

Gulperî Kaplan bi nasnav Saadet, di sala 1973'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1986'an de beşdar bû, di 27'ê Tîrmeha sala 1990'î li Çiyayê Kurdê / Asker Kalesî jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Keser bi nasnav Suphan, di sala 1964'an de li Adilcewzê ji dayik bû, di sala 1989'an de li Adilcewzê beşdar bû, di sala 1992'an de li Giyadînê jiyana xwe ji dest da.

Vahît Bîlîr bi nasnav Huseyîn, di sala 1983'an de li navçeya Wan Payîzavayê ji dayik bû, di sala 2002'an de li Wanê beşdar bû, di 14'ê Tîrmeha sala 2005'an de li Çiyayê Reşkê / Colemêrgê jiyana xwe ji dest da.

Yilmaz Abasîgîl bi nasnav Nûman, li Wanê ji dayik bû, di sala 1994'an de li Elbakê beşdar bû, di sala 1997'an de li Gever / Bajergehê jiyana xwe ji dest da.

...