Êrîşên li dijî HDP’ê li Wanê hatin protestokirin

Platforma Demokrasiyê ya Wanê, êrîşên li dijî HDP’a Mersîn û Edeneyê protesto kir. Platformê da zanîn ku ji êrîşan AKP û Erdogan berpirs e û salên 90’î bibîr xist.

Platforma Demokrasiyê ya Wanê, êrîşên li dijî HDP’a Mersîn û Edeneyê protesto kirin. Platformê da zanîn ku ji êrîşan AKP û Erdogan berpirs e û salên 90’î bibîr xist.

Endamên Platformê li ber avahiya Şaxa KESK’ê hatin cem hev û bi dirûşmên ‘Em ê te nekin serok’, ‘Zext wê me têk nebin’ berzkirin û heta Parka Feqiyê Teyran meşiyan. Hevserokên DBP’a Wanê Fadil Bariştiran, Şaziye Duman, rêveberên EMEP’ê, pêkhateyên KESK’ê, TUHAD-DER, Goç-Der, ÎHD, Mazlum-Der, TTB, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, KURDÎ-DER, meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên Saziyên Civaka Sîvîl beşdar bûn.

Hevseroka SES a Wanê Kezban Karakoç axivî û diyar kir ku hêzên ku provokasyona Agiriyê di destê wan de teqiya ji bo armanca xwe bînin cih biryarên nû girtin û got: “Rayedarên hikûmetê dibêjin ger HDP di bin bendê de bimîne wê gelek baş be û bi van daxuyaniyên xwe HDP’ê dikin hedef. Hêzî tarî ji bo AKP’ê her tiştî dikin. Êrîşên li dijî HDP Edene û Mersînê wek êrîşên kont-gerîla yên salên90’î ne.em vê êrîşa li dijî partiya me pêk hatiye, şermezar dikin.”

Girseyê dirûşmên ‘Em ê te nekin serok’ berzkirin û çalakî bi dawî bû.