Aslan ê YPG'yî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Aslan (Brûsk Amed) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Aslan (Brûsk Amed) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. 

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Aslan (Brûsk Amed) ê li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber teqına mayîna çeteyan jiyana xwe ji dest da, anîn Amedê. Cenaze di destpêkê de anîn Goristana Yenîkoy a Amedê û piştî wecîbeyên olî bi konvoyeke ji dehan wesayîtî birin navçeya Hezroyê. Cenaze di rê de ji aliyê bi sedan kesî ve bi gulan hat pêşwazîkirin. Darbesta ku bi alên HPG, YPJ û kevokên plastîk hat xemilandin, li ser milê welatiyan li navçeya Hezroyê birin mala Aslan.

Li malê, cenazeyê Aslan bi find û hineyê hat pêşwazîkirin. Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Hezroyê Meryem Aslan li ser darbesta kurê xwe giriya. Dûre cenaze anîn goristana li Taxa Camî. Di merasîmê de namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Nîmettûllah Erdogmûş, Feleknas Ûca û gelek kes amade bûn. Kekê Aslan ê YPG'yî Taylan Aslan li vir axivî û got, "Li ser xaka me şerekî qirêj dimeşe. Lehengên me li dijî van berxwedaneke mezin nîşan didin. Em bi saya wan li ser piyan e."

Endamê Meclîsa Şaredariya Hezroyê bav Mûhammed Aslan piştre axaftineke kurt kir û got, "Ne tenê kur û şehîdê me ye, yê tevahiya Kurdistanê ye. Bila bibe şehîdê dawî."

Piştî axaftinan girseya gel derbasî mala xweşiyê ya li Meydana Cûmhûriyetê bû.