Zarokê polîsan birîndar kir sewqî Wanê hat kirin

Li Geverê zarokê 14 salî F.O. yê piştî merasîma cenazeyê şervanê YPG’ê Mazlûm Altekîn (Botan Gever) ji aliyê polîsan ve bi bombeya gazê hat birîndarkirin sewqî Wanê hat kirin. Bûyerên li Geverê didomin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê bûyerên piştî merasîma cenazeyê şervanê YPG’ê Mazlûm Altekîn (Botan Gever) rû dan li Cadeya Cengîz Topel, taxên Kişla û Cumhuriyet û li ser rêya Şemzînanê didomin. Polîs ku bi dehan wesayîtên zirxî, bombeyên gazê, bombeyên deng û ava şid êrîşî dike, ciwan jî bi kevir, fîşekên hewayî û bendên ava kirine bersiv didin. Niştecihên taxan ku ji bombeyên gazê bandor dibin tîmên hêzên taybet dem dem ji wesayîtên zirxî dadikevin û dikevin nav taxan. Hat dîtin ku tîmên taybet guleyên bi şerîd li ser çekên giran ên wesayîtên zirxî (kobra) girêdane, ciwanan hedef digirin lê guleyan navêjin.

Ji ber êrîşa polîsan esnafên navçeyê dikanên xwe girtin. Li navçeyê bûyer didomin.

Her wiha zarokê 14 salî F.O. yê piştî merasîma cenayê şervanê YPG’ê Mazlûm Altekîn (Botan Gever) ji aliyê polîsn ve bi bombeya gazê hat birîndarkirin sewqî Wanê hat kirin.